Belarûs balyozê Fransayê ji welatê xwe derdixê

18-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Belarûsyayê ji Balyozê Fransayê xwest ku welatên wan biterikîne û herwiha balyozê xwe yê li Parîsê jî vedigerîne.

Medyaya Fransayê dersînorkirina Balyozê Fransayê yê li Belarûsyayê Nicolas de Lacoste ji aliyê hikûmeta Belarûs ve piştrast kir, lê sedema derxistina wî eşkere nekiriye.

Medyaya Belarusî jî ragihand ku Balyozê Fransayê yê li Belarûsyayê amade nebûya ku ku dosye û dokumanan radestî serokomarê wî welatî Alexander Lukashenko bike.

Fransa jî mîna gelek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê Alexander Lukashenko weke serokomarê Belarûsan qebûl nake ku di hilbijartinên Tebaxa 2020an de serokomarî bi dest xist.

Berdevkê Balyozxaneya Fransayê ya li Belarûsê diyar kir ku pêwîst e Nicolas de Lacoste heta 18ê Cotmehê ji Belarûsê veqete. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst