Pompeo: Hes welatek çekan bide Îranê dê bê cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê hişyariyê dide welatan û dibêje, şandina çekan bo Îranê binpêkariya biryara 1929 a Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgirtî ye û Amerîka rê bi wê yekê nade.

Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîkayê di daxuyaniyekê de dibêje, roja 19 Îlona bihorî tevahiya cezayên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li ser Îranê hatin sepandin, di nav de jî dorpêça çekan.

Pompeo diyar kir, li ser esasê vegerandina cezayên ser Îranê, şandina çekan bo Îranê, binkariya biryara 1929 a Encûmena Asayişa Navdewletî ye û kirîna her core çekekê ji aliyê Îranê ve binpêkirina biryara 1747 a Encûmena Asayişê ye.

Qedexeya firotina çekan bi Îranê îro bi dawî hat û Îranê ragihandiye, ew ji îro pê ve serbest in ku çi core çekî li her welatekî ku bixwazin, bikirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê hişyarî dide welatên cîhanê, ku eger çekan bifiroşin Îranê, dê ji aliyê Waşingtonê ve bêne cezakirin. Mike Pompeo got: “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê amade ye her kes û aliyekê ceza bike, ku beşdar be di dabînkirin, firotin an veguhastina çekan bo Îranê de û ji Îranê bo cihên din.”

Pompeo tekez kir, Waşington dê wan kes û aliyan jî ceza bike, ku rahênanên teknîkî, piştgiriyên darayî, xizmetguzarî û alîkariyên din ên taybet bi warê çekan pêşkêşî Îranê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, her welatek ku giringî bi aştî û istiqrara Rojhilata Navîn dide û piştgiriya şerê dijî terorê dike, pêwîst e xwe ji muameleya li gel Îranê ji bo kirîn û firotina çekan dûr bigire.

Mike Pompeo dibêje, dabînkirina çekên nû û pêşketî bo Îranê dibe sedema zêdebûna aloziyan li navçeyê û çekên metirsîdartir jî dixe ber destê “grûpên terorîstî” û hêzên nêzîk li Îranê û ji ber wê yekê jî, her welatek di warê çekan de muameleyê li gel Îranê bike, dibe sedema zêdebûna pevçûn û aloziyan.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Pompeo destnîşan dike, her welatek eger çek bifiroşe Îranê, dibe sedema “hejarkirina xelkê Îranê”, çimku wiha dike ku Tehran bûdceya xwe bêtir ji bo warê leşkerî terxan bike, ne ji bo dabînkirina pêwîstiyên xelkê. Pompeo dibêje: “Çendîn dehikên bihorî gendelî û siyaseta radîkal a berprisên Îranê, sedema herifîna welatekî mezin bûn. Em li gel xelkê Îranê dibin li dijî dîktatoriyê û hewlên rejîmê ji bo jinavbirina hewlên wan bo azadiyê.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez dike, ku Waşington bi Îranê re aştiyê dixwaze û hêviya wê ew roj e ku berpirsên wî welatî jî heman xwediyê heman armancê bin. Pompeo li ser vê yekê got: “Berprisên bilind ên wê rejîmê her demekê dest ji xewnên xwe bo hinartina şoreşê bo derve anî, wê demê hevbeşiyekî bexşende ji Waşingtonê dibînin.”