Azerbeycan û Ermenistanê ji bo agirbesta mirovî li hev kirin

18-10-2020
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Azerbaycan Nagorno-Karabakh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Azerbeycan û Ermenistanê di agirbesta berwext a bi armanca mirovî ya ku dê ji 18ê cotmehê bi pê ve derbasdar bûye li hev kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Derva ya Azerbeycanê de hat ragihandin ku biryara agirbesta berwext li gor danezaya 1ê Cotmehê ya serokdewletên welatên hevserokên Koma Mînskê ya AGÎTê û danezanên 5ê cotmehê yên hevserokên Koma Mînskê ya AGÎTê û danezana Moskovayê ya 10ê cotmehê hat qebûlkirin.

Ermenistan û Azerbeycan di hevdîtinên ku li Moskowayê hatin kirin de biryar dabûn ku ji 10ê cotmehê saet 12.00ê pê ve agirbestamirovî ya ku guhertina cenaze û dîlên li herêma Nagorno-Karabaxê were cîbicîkirin.

Ermenistan û Azerbaycan hev bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.

Êrîvan dibêje ku topxaneyên Azerbaycanê agirbesta ku duh hatibû ragihandin binpê kirine û  top û mûşek avêtine çend navçeyên Qerebaxê. 

Berdevkê Wezreta Berevaniyê ya Ermenistanê Şûşan Stîbaniyan da xuyakirin ku topxaneyên Azerbaycanê ji saet 12:04 heta 2:45 herêma Nagorno-Karabaxê topbaran kirine, heta niha Azerbaycanlê ti tiştek li ser vê yekê negotiye. 

Berpirsên Azerbaycanê dibêjin ku Ermenistanê  bi mûşekan careke din êrîşî Genceyê kirin û 13 sivîl hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst