Merkel: Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê rola Rûsya û Îranê bihêz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku bi vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê hevsengiyên li herêmê guherîne û rola Rûsya û Îranê bihêz bûye.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel li parlamentoya federal a Almanyayê gotarek derbarê rewşa Sûriyê û êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.

Angela Merkel di gotara xwe de careke din banga rawestandina êrişê li Tirkiyê kir û got ku ew êriş gelek metirsî û rîskan li xwe digire. Merkel got, “Ev drameke mirovî ya ku dê encamên wê yên jeopolîtîk ên mezin hebin. Ev êriş tenê dê êşên mirovî li welatekî ku gelek êş dîtine.”

Merkel herwiha amaje bi wê kir ku gelek kes bûne qurbaniyên wê êrişê, bi hezaran zarok jî di nav de bi hezaran kesan cih û warên xwe bicî hiştine. Serokwezîra Almanyayê diyar kir ku Tirkiye berjewendiyên xwe yên emnî li ser sînorê Rojava ne bi rêyên serbazî tenê dikare bi rêyên dîplomatîk çareser bike.

Angela Merkel ragihand ku êrişa Tirkiyê tenê dibe sedema êşên mirovî yên nû û got ku ji ber vê yekê ew çekan hinarde nakin bo Tirkiyê û kêfxweşiya xwe anî ziman ku welatên din ên Ewropayê jî xwedî heman helwestê ne.

Serokwezîra Almanyayê herwiha got ku vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê hevsengiya hêzê li navçeyê bi awayekî mayînde guhert û tekez kir ku bi vekişîna leşkerên amerîkî rola Rûsya û Îranê bihêz bûye û diyar encamên vê yekê ji niha ve ne zelal in.

Merkel diyar jî kir hilweşandina rêkeftina derbarê koçberan de ku Yekitiya Ewropayê li gel Tirkiyê pêk anî bû, rewşê baştir nake û berovajî wê dê rewşa yên ‘lawaz’ xerabtir bike ku bi gotina wê ev koçber in.