Serokê parlamentoya Ewropa bo Rûdawê: Divê em hewl bidin bo çareserkirina qeyrana koçberan

Bruksel (Rûdaw) – Serokê parlemena Ewropayê ji Rûdawê re ragihand, ku divê sînor li pêşiya koçberan bêne şidandin û hevkariya wan welatan jî bê kirin ku koçberan dihewînin.

 

Civîna lûteya ya Yekîtiya Ewropayê bo gotûbêjkirina mijarên Brekzît û koçberan bi amadebûna serkirdeyên welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de li bajarê Brukselê berdewam e.

 

Serokê Parlamentoya Ewropayê, Antonio Tayanî di bersiva pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya derbarê hewlên Yekîtiya Ewropa bo çareserkirina pirsgirêka koçberan de got: “Roleke mezin li ser milê me ye û bi berfirehî jî em neketine nav wan pirsan. Pêwîst e em bo aştiyê û çareserkirina qeyrana koçberiyê û rewşa deryaya naverast (Medîterane) hewl bidin. Pêwîst e em hewl bo çaksaziya di wan mijaran de bidin.”

 

Antonio Tayanî herwiha da xuyakirin: “Divê em alîkariya welatên weke Îtalya, Yûnan, Fransa, Ispanya, Malta û Almanya bikin, ji ber ku pirsgirêkên wan welatan gelekî zehemt in. Pêwîstiya me bi hevsozî û hemahengiya zêdetir heye.”

 

Peyamnêrê Rûdawê li cihê civîna lûtkeya Yekîtiya Ewropayê, Zinar Şîno ragihand, her îro lêtkeya Yekîtiya Ewropa û Asyayê dest pê dike, piştî vê civînê biryar e her yek ji serkirde û serokên hikûmet û welatên endam di Yekîtiya Ewropayê de, prêskonfransekê encam bidin û li gorî nêrîna xwe behsa encmaên vê civîna lûtke ya du rojî bikin.

 

Zinar Şîno herwiha diyar kir, derbarê mijara Brêkzîtê de jî îro zêdetir bal li ser Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û Serokê Fransa Emmanuel Macron e. Merkel û Macron gelek caran xwe weke nûnerên tevahiya xelkê Ewropayê nîşan didin, li hemberî wan jî Theresa May heye.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Brukselê tekez dike, wiha xuya dike, ku civînên îro tenê bow ê yekê bin, ku bêjin gotûbêjên me dê berdewam bin, eger bo meha 11an jî pêwîst bi encamdana lûtkeyeke din a taybet bi Brêkzîtê nebe, lê belê di destpêka sala nû de pêwîstî bi civîneke din a lûtkeyê dike.

 

Zinar Şîno dibêje, niha bala hemû aliyan zêdetir li ser pêla koçberan e û di vê lûtkeyê de herî zêde gotûbêj li ser vê mijarê tê kirin. Serokwezîrê Nemsayê dibêje, bi rêya wan rêkarên ku me cîbicî kirine, me kariye rêgiriyê li wê pêla koçberan bikin, lê belê pirsyar ev e, welatên Ewropayê dê çi ji wan welatan bikin, ku koçber ji wan ve tên û di vê bareyê de rexne li Yekîtiya Ewropayê tê girtin, lewma weke Rûdaw, me îro ev pirs ji Serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê pirsî û wî jî di bersivê de got; Me pêwîstî bi siyaseteke zêdetir e, ne bîrokrsiyê, wate welatên Ewropayê gelek bîrokrasî hene.

 

Pirsên Rûdawê û bersivên Serokê Parlemana Ewropayê

 

Rûdaw: Serok Tayanî, pirsa min di derbarê koçberane ku ti bi xwe jî behis kir, şêwirmendê Nemsa gotiye ku ewê pêla koçber û penaberan bo Ewropayê rawestînin, tu di wê baweriyê de ye, standina van tedbîran li Nemsa û Hengarya têr dike, yan jî pêwîstiya welatên Ewropayê bi karên zêdetir heye heta ku pirsgirêkên wan welatan çareser bikin yên ku pêşwaziya bi dehan hezar koçber kirine?

 

Serokê Parlemana Ewropayê, Antonio Tayanî: “Nerîna min gelekî zelale, pêwîstiya me bi wê yekê heye ku sînorên derve bihêz bikin, pirsgirêk ne di nav Yekîtiya Ewropayê de te, belku li derdora Yekîtiya Ewropayê ye. Divê em alîkariya welatên weke Îtalya, Yonan, Fransa, Ispanya, Malta û Almanya bikin, ji ber ku pirsgirêkên wan welatan gelekî zehemt in. Pêwîstiya me bi hevsozî û hemahengiya zêdetir heye. Ez ji helwesta van welatan fêm dikin, min pêşniyar kiriye û eger hun li dijî programa cî guherandinê bin, hunê pereyên zêdetir ji bo pilana kar li Efrîqayê bidin, dê ev jî tenazuleke baş be.”

 

Rûdaw: Birêz Tayanî te behsa hevdengiya di nava Yekîtiya Ewropayê bixwe de kir, êdî şerê Sûriyê û rewşa Lîbyayê? Te bixwe serdana Lîbyayê kiriye, gelo hewlên Yekîtiya Ewropayê bes in jibo çareserbûna kêşeyên li wan navçeyan?

 

Antonio Tayanî: Bi nêrîna min pêwîst e me roleke zêdetir li Rojhilata Navîn û Afrîqayê hebe, pêwîst e bingeha siyaseta me ya derve bihêz be. Ev tê vê wateyê ku me pêwîstî bi berevaniyeke bihêztir jî heye. Pêwîst e Ewropa di asteke bilindtir de hewl bide, di rewşekê de nebe eger ku mijar giring nebe. Roleke mezin li ser milê me ye û em bi berfirehî jî neketine nav wan pirsan. Pêwîst e em hewl bo aştî û çareserkirina qeyrana koçberî û rewşa deryaya naverast bidin. Pêwîst e em hewl bo encamdana çaksaziyê di van mijaran de bidin.