Romanya 500 koçberên kurd ceza dike

18-10-2017
RÛDAW
Nîşan Romanya Koçber Kurd Zindan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Ev mehek e 500 koçberên kurd ji aliyê polîsê Romanyayê ve hatine girtin. Koçber ji aliyê dadgehê ve bi tometa “derbaskirina sînoran” hatine dadgehkirin û ji bo her yekê cezayê 5 meh zîndanîkirinê hatiye birîn.


Sozan Hemereşîd yek ji wan girtiyên koçber e, ku li Zîndana Horya ya bajarê Aradnî ya Romanyayê dimîne. Sozanê bi rêya telefonê ji Rûdawê re got: “beriya mehekê 500 koçberên kurd di nava pasên Romanyayê de hatine girtin. Ez jî di nav wan de bûm û em veguhestine Zîndana Hıorya ya bajarê Aradnî.”

 

Zarokên yek salî jî girtî ne

 

Sozan Hemereşîd da xuyakirin, ku ew di rewşekê xirab de dijîn, 20 rojan di jûrên takekesî de mane paşî dadgehê ji bo heryekê 5 meh cezayê girtinê birîye.

 

Hemereşîd got: “Em di şertên xirab de dijîn û daxwazê ji rêxistinên mafên mirovan dikin bila li pey me ve werin.”

 

Li gorî gotina Sozan Hemereşîd, piraniya wan koçberan xelkê bajarê Silêmanî û navçeyên wî, herwiha ji bajarê Hewlêra Başûrê Kurdistanê ne, di nava girtiyan de zarokên yek salî jî hene.

 

Sozan Hemereşîd behsa reftara berpirs û çavdêrên zîndanê jî kir û got: “Reftarên wan pir xirab in. cilûberg û xwarina pêwîst Nadine me. Tenê patatên kelandî didin me.”

 

Hawjîn xwîşka yek ji wan girtî ye dibêje, xwîşka wê li gel sê zarokên xwe di zîdnanê de ye û rewşa wan pir xirabe.

 

Bi gotina Hawjîn ji bo malbata xwe parêzer girtiye lê nekariya wan azad bike.

 

Eşkence li jinan dikin

 

Koçberên kurd bi ser Tirkiyê re Derya Reş derbas dikin û diçine Romanyayê. Beriya çend rojan koçberekî kurd bi awayekî gumankirî li qiraxa Derya Reş li nêzîkî peravên Romanyayê xeniqî. Hê jî nayê zanîn ka ev koçber hatiye kuştin an jî di avê de xeniqiye.

 

Serpereştê Liqa Kurdistanê ya Federasyona Seranserî ya Penaberan li Iraqê Arî Celal derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: “Ev 2 meh in bi dehan koçberên kurd, bi ser Tirkiyê re, ji bo derbasbûna Ewropayê diçin Romanyayê. Piraniya wan ji aliyê Romanyayê ve tên girtin. Berpirsên vî welatî belgeya vegerê bi wan didin îmzekirin lê rêya vegera wan jî nîne. Dema daxwaza penaberiyê dikin jî bersivê nadin wan.”

 

Arî Celal diyar kir: “Li gorî raporên berdestê me, polîsên Romanyayê li ber çavê hevjîn û zarokên wan, êşkence li jinan dikin. Reftara hêzên ewlekariyê li hember koçberan pir ne baş e. Li gorî yasayên penaberiyê jî danûstandinê li gel wan nakin.”

 

Derbarê hewldanên federasyona penaberand e Arî Celal got: “Me li gel Balyozê Iraqê li Romanyayê axivî. Lê ji ber şîna Mam Celal û ne amadebûna balyoz, me nekarî karê pêwîst bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst