Almanya dê êdî çekan nefiroşe Îsraîlê?

18-09-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî nêzîkî Wezareta Aboriyê ya Almanyayê ragihand ku wan hinardekirina çekan a Îsraîlê rawestandiye.

Reutersê diyar kir ku li gorî çavkaniyekî nêzîkî Wezareta Aboriyê, Almanyayê hinardekirina çekên nû yên şer ji bo Îsraîlê rawestandiye.

Li gorî amarên Wezareta Aboriyê ya Almanyayê ya ku destûrnameyên hinardekirinê qebûl dike, Almanyayê sala borî bi qasî 363,5 milyon dolarên Amerîkî hinardekirina çekan a ji bo Îsraîlê qebûl kiribû.

Çavkaniyekî nêzîkî Wezaretê got ku hewlên ji bo erêkirina lîsansa hinartina çekan a ji bo Îsraîlê heta encamdana dozên ku tê îdiakirin hinardekirina bi vî rengî binpêkirina qanûnên mirovahiyê ye, hatine rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst