Merasima cenazeyê Şahjin Elizabeth sibe tê kirin; Nêçîrvan Barzanî beşdar dibe

19-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Merasima cenaze û veşartina şahjina wefatkirî ya Brîtanyayê Şahjin Elizabeth a Duyem roja Duşembê tê lidarxistin. Koşka Şahîtiya Brîtanyayê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Duşembê 19ê Îlona 2022an 10 rojên şîna Şahjin bi dawî tên û termê wê tê veşartin.

Merasim dê li Westminster Abbey bê lidarxistin û ji seranserê cîhanê gelek serok, serkirde û wezîr têde beşdar in. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê di merasimê de amade dibe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ji serkirdeyên diyar ên beşdar di merasimê de ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Yekşembê li ser vexwandina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê gihîşt Londonê.

“Encûmena Wezîran a Brîtanyayê tekezî li ser vexwandina Nêçîrvan Barzanî kir”

Êvara îro Yekşembê 18ê Îlona 2022an Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê, Karwan Cemal Tahîr ji Rûdawê re ragihand, li Iraqê du kes ji bo beşdariya di merasima xatirxwestina ji şahjina Brîtanyayê ya wefatkirî Şahjin Elizabeth a Duyem hatine vexwendin ku yek ji wan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Karwan Cemal Tahîr got, “ev vexwendin gelekî giring e, ji ber ku Encûmena Wezîran a Brîtanyayê tekez kiriye ku divê nûnerê Herêma Kurdistanê beşdar bibe.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Brîtanyayê, merasima cenaze ya Şahjin Elizabeth a Duyem weke bûyereke pir mezin bo Brîtanya û cîhanê bi nav kir û got, “kombûneke cîhanî ye û serkirdeyên 150 welatên cîhanê têde beşdar dibin. Serkirde dê li wê derê hevdu bibînin û renge behsa çend mijarên cîhanî bikin. Hebûna nûnerê Herêma Kurdistanê vê yekê nîşan dide ku peywendiyeke kûr û bihêz di navbera herdu aliyan de heye û di van salan de zêdetir ber bi pêş ve çûne.”

Merasima cenaze û veşartina termê Şahjinê çar qonax in:

Yekem: Nivîsîna yaddaşta hevxemiyê

Mêvandarîkirina Şah Charles ê Sêyem

Sêyem: Rêzgirtina li şahjina wefatkirî û xatirxwestina dawî li wê

Çarem: Sersaxiya femrî ya Brîtanyayê û birêkirina termê wê bo veşartinê

Nêçîrvan Barzanî ji Şah Charles ê Sêyem re sersaxî xwest

Serokê Herêma Kurdistranê êvara îro Yekşembê li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Brîtanyayê gihîşt wî welatî û bi serkirde û rêberên cîhanê re beşdarî di merasima cenaze û xatirxwestina ji şahjina wefatkirî ya Brîtanyayê Şahjin Elizabeth a Duyem de dike.

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Şah Charles ê Sêyem, malbata Şahîtiyê û gel û hikûmeta Brîtanyayê û welatên komonwels re xwestiye û hevxemî û peyama sersaxiyê ya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihandiye wan.

Şahê Brîtanyayê Şah Charles ê Sêyem jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye ji bo beşdariya di merasima şîn û xatirxwestina ji Şahjin Elizabeth a Duyem.

Merasîm bi çi awayî tê lidarxistin?

Beşdarên merasimê demjimêr 11:00 bi dema Londonê (demjimêr 13:00 bi dema Hewlêrê) amade dibin û bi du xûlek bêdengî li seranserê Brîtanyayê destpê dike û paşê dirûşma Xwedê Şah Biparêze tê gotin.

Paşê meşek di nav kolanên bajarê Londonê destpê dike ber bi cihê niştecîbûna malbata Şah li Keleha Windorsê, daku termê Şahjin li nav dêra Saint George li nav Keleha Windorsê bê danîn.

Roja Duşembê 19ê Îlonê li Brîtanyayê betlane ya fermî ye û piraniya bazaran, cihên bazirganî û dibistan hatine girtin daku xelk bikarin beşdarî di merasimê de bikin an jî merasimê bibînin.

Medyaya wî welatî demjimêr 04:00 bi dema Londonê (demjimr 06:00 bi dema Hewlêrê) dest bi weşana merasimê dikin û heta nêzîkî demjimêr 19:30 bi dema Londonê berdewam dibe.

Di dema merasimê de dîmenên vîdyoyî yên dema zewaca Şahjin Elizabeth û Şahzade Philip tên weşandin. Ev merasim yekemîn merasima veşartina termê şahjineka Brîtanyayê ye ku bi kamêrayê tê tomarkirin.

Cedwela dema merasiman

Demjimêr 06:30 bi dema Londonê deriyê hola parlamentoyê ya Westminster ku termê şahjinê lê ye, tên vekirin.

Demjimêr 10:44 bi dema Londonê meşa şahane li hola parlamentoyê ya Westminster destpê dike û ber bi Westminster AB diçin. Termê şahjinê li ser erebaneya şahane û bi muzîkê û bi amadebûna malbatên mezin ên Brîtanyayê tê veguhestin. Şah Charles ê Sêyem û Şahzade Willian jî li pişt erebaneyê ve dimeşin.

Demjimêr 10:52 bi dema Londonê termê şahjinê digihe derwazeya Westminster Abbey

Demjimêr 11:00 bi dema Londonê Dekanê Westminster David Hoyle merasimê bi duakirina bo şahjinê destpê dike û serkirdeyên siyasî, di nav de Liz Truss serowkezîra nû ya Brîtanya û serkirdeyên olî beşdar dibin.

Demjimêr 11:55 bi dema Londonê, du xûlek bêdengî di nava merasimê û li seranserê Brîtanyayê destpê dike.

Demjimêr 13:00 bi dema Londonê termê Şahjin Elizabeth a Duyem di nava otomobîla taybet de digihe derwazeyê Wilington a Koşka Buckingham û malabta Şahîtiyê diçin Keleha Windorsê ku 20 mil ji koşkê ve dûr e.

Demjimêr 15:06 bi dema Londonê termê şahinê digihe cadeya Albert, şah û malbata şahîtiyê bi meş piştî 30 xûlekan diçin koşka Saint George û tevli karwana termê şahjinê dibin.

Demjimêr 16:00 bi dema Londinê ji koşka Saint George ve merasimek din destpê dike û dua ji bo şahjinê tên xwendin.

Demjimêr 17:00 bi dema Londonê di merasimeke taybet de li Keleha Windorsê termê şahjinê li kêleka gora Şahzde Philip tê veşartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst