Nancy Pelosi serdana Erîwanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi serdana paytexta Ermenistanê Erîwanê kir. Serdana Pelosî piştî şerê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de pêk hat.

Di serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ya ji bo Ermenistanê de Serokê Komîteya Enerjî û Karûbarên Bazirganiyê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê Frank Palone, endamên Encûmena Nûneran a Amerîkayê Anna Eshoo û Jackie Speier cih girtin.

Pelosî ku piştî civîna serokên parlementoya welatên G-7 li Berlînê ya Almanyayê çû Erîvanê û li wê de rê ji aliyê Serokê Parlamentoya Ermenistanê Alen Simonyan û Balyoza Amerikayê ya Erîwanê Lynne Tracy ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdana Pelosî û endamên kongreyê de li Erîwanê, li bajêr tedbîrên ewlehiyê yên awarte hatin girtin.

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Pelosî hat weşandin de hat destnîşankirin ku Nancy Pelosî siyasetmedara herî payebilind a Amerîkayê ye ku piştî ragihandina serxwebûna Ermenistanê serdana wî welatî kiriye.

Pelosi paşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di parvekirinekê de got “Damezrînerên Amerîkayê li şûna dîktatoriyê demokrasiyê bijartin. Me ev bijarde nifş bi nifş parastiye.

Ji Amerîkayê heta Ukraynayê, ji Taywanê heta Ermenistanê, cîhan di navbera demokrasî û dîktatoriyê de bi bijartinekê re rû bi rû ye û divê em dîsa jî demokrasiyê hilbijêrin.”

Li gor bernameya ku hat eşkerekirin Pelosî wê bi Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenistanê Alen Simonyan û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ra hevdîtinan bike.