Şahjin Elizabeth dê sibe li Keleha Windsorê bi axê were spartin

Hewlêr (Rûdaw) – Şahjina Brîtanyayê Elizabeth a ku 8ê Îlona 2022an koça dawî kir dê sibe Duşemê li Keleha Windsorê were veşartin.

Bi hezaran kes bi dirêjahiya Çemê Times ketine rêzê ku Koşka Westminster û darebesta Şahjin Elizabeth bibînin û xatir jê bixwazin.

Hinek ji wan 16 demjimêran di rêzê de mane û bi şev li kolanan raza ne.

Welatiya Brîtanî Shirin Thorpe got, “Me kîsekî xewê yê baş û çaketekî zivistanî aniye. Em bi goreyan razan. Şansê me hebû ku keşûhewa baş bû.”

Rêz bi kîlometreyan dirêj e û di sê rojên dawî de 24 demjimêr bênavber berdewam bû.

Xelk ji bo dîtina vê merasîma şahane ji herêmên dûr ên Amerîka û Hindistanê jî hatine.

Welatiyê Hindistanê Kanakkantt Benedict anî ziman, “Ev di jiyanê de tenê carekê rû dide. Ev tiştekî dîrokî ye. Em jî bûn beşeke wê.”

Xelk ref bi ref têne Koşka Westminster da ku xatir ji Şahjin Elizabeth a Duyem bixwazin. Şahjin Elizabeth 70 sal û 7 mehan hikumdariya 15 welatan kir.

Welatên di bin hikumdariya Şahaniya Brîtanyayê de, Şahaniya Yekgirtû, Kanada, Bahamas, Belize, Jamaika, Saint Kitts û Nevis, Antigua û Barbuda, St Lucia, Grenada, St Vincent û Grenadines, Awustralya, New Zelanda, Papua Guinea Nû, Girava Suleyman û Tuvalu ne.

Piştî veguhestina cenazeya Şahjin Elizabeth bo Keleha Windsor li wê derê bi amadebûna 500 şah, şahzade, serok û serkirdeyên cîhanî, li Dêra Sent George li kêleka endamên koçkirî yên malbata Şahjin Elizabeth bi axê were spartin.