Felah Mistefa: Çend dewlet dê projeyekê bidin Kurdistanê

19-09-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Felah Mistefa New York
A+ A-

New York (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa aşkere kir, ku Tirkiye û çend welatên din bijardeyekê weke alternatîv bo paşxistina referandumê didin Herêma Kurdistanê.

 

Îro li bajarê New Yorkê Felah Mistefa bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî. Piştî civînê jî Mevlut Çavuşoglu di peyameke twitterî de ragihand: “Me hevdîtinek li gel Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Kurdistana Iraqê Felah Mistefa re pêk anî. Me cardin tekezî li ser peyama welatê xwe kir.”

 

Felah Mistefa jî piştî civînê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Tirkiye ne li gel dema encamdana referandumê ye.

 

Felah Mistefa herwiha got, Tirkiye û çend welatên din mijûlî pêşkêşkirina bijardeyekî nû ne, daku Kurdistan biryara xwe ya bo encamdana referandumê paş bixe.

 

Derbarê naveroka wê bijardeya nû de jî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “Tirkiye û Fransa û Netewên Yekbûyî piştî pêşniyara Amerîka û welatên din a di heftiya bihorî de, niha kar ji bo pêşniyarkirina wan garantiyan dikin, ku serkirdatiya Kurd daxwaza wan dike.”

 

Felah Mistefa destnîşan kir: “Gelek giring e ku îro referandum hatiye berdem welatên cîhanê li Encumena Asayişa Navdewletî û ew dixwazin dergehekê bibînin, daku xizmet bi îstiqrara Iraqê û deverê bike.”

 

Tirkiye encamdana referandumê di niha de bi karekî şaş bi nav dike û berpirsên wî welatî çendîn caran dijatiya xwe li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragihandine.

 

Tevî hemû fişar û nerazîbûn û dijatiyên li hember biryara referandumê, biryar e ku di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê wee encamdan.

 

Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna li gel Wezîrê Berevaniya Brîtanya Michael Fallon de li Hewlêrê ragihand, ku li gel Bexdayê ji bilî serxwebûna Kurdistanê ti rêyeke din nemaye û referandum nayê paşxistin.

 

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Barzanî ji Fallon re got: “Ew alternatîvên ku heta niha hatine pêşkêşkirin, garantiya gotûbêja bo serxwebûnê û amadebûna Bexdayê bo destpêkirina gotûbêjên li ser serxwebûna Kurdistanê têde nebûne, ji ber wê referandum tenê ji bo gotûbêjkirina li gel Bexdayê û bêyî ku were zanîn, ka li ser çî ye û çi garantiyeke navdewletî dê hebe, nayê paşxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst