Felah Mistefa û Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê dicivin

18-09-2017
RÛDAW
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Giştpirsî New York
A+ A-

New York (Rûdaw) - Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li bajarê New Yorka Amerîkayê dê hevdîtinekê pêk bînin.


Peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê Mecîd Nizamedîn Gly diyar kir ku hevdîtina Berpirsê Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi dema Hewlêrê seat 16.30ê dest pê dike.


Piştî ku roja 7 Hizêranê Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî yên di hikûmet û parlementoyê de civiya û biryara dan roja 25 Îlona îsal referandûm bo serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe di navbera Hewlêr û Enqerê de danûstandin çêbûn.


Mevlut Çavuşoglu di 23yê tebaxa îsal de piştî serdana Bexdayê hatibû Hewlêrê.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû beriya Mevlut Çavuşoglu, Şêwirmendê MITê Hakan Fidan jî hatiye Hewlêrê.


Berpirsên hikûmeta Tirkiyê li dijî referanduma 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê ne.


Recep Tayyip Erdogan û Mevlut Çavuşoglu ji bo civîna 72yemîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst