Steinmeier gihişt Tirkiyê: Mijar PKK û koçber in

Dusseldorf (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo serdaneke yek-rojî îro gihişt Tirkiyê. Sedema serdana wî ya ji nişkê ve krîza koçberan û şer û pevçûnên di navbera Tirkiyeyê û PKKê de ye.

 

Di bernameya Steinmeier de hevdîtinek ligel serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu heye. Steinmeier dixwaze ligel hikûmeta tirk li ser krîza koçberan û çawaniya çareserkirina vê krîzê biaxive, herwiha li ser rêyên bidawîanîna şerê li Sûriyê bişêwirê.

Steinmeier beriya ku bigihîje Tirkiyeyê, diyar kiribû ku Tirkiye ji bo çareserkirina krîza koçberan û herwiha ji bo bidawîhatina krîza Sûriyê bi giştî jî “welatekî kilîd“ e.

Piştî gihiştina Enqerê, Steinmeier diyar kir ku Almanya amade ye ji bo hewandina koçberan hîn bêtir alîkariya Tirkiyê bike.

Tê çaverêkirin ku Steinmeier li ser pevçûnên vê dawiyê di navbera Tirkiyê û PKKê de jî bi rayedarên tirk re biaxive.

 

Almanya bawer dike ku pevçûnên di navbera Tirkiyê û PKKê de, Şerê li dijî DAIŞê lawaz dike.

 

Ji bilî Serokwezîr Davutoglu, Steinmeier dê ligel Wezîre Derve Feridun Hadi Sinirlioglu, nûnêrên opozisyona Tirkiyeyê, hikûmeta opozisyona Sûriyeyê, herwiha ligel nûnerên HDPê jî hevdîtinan pêk bîne.

 

Heya niha nayê zanîn, ka Steinmeier dê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bicive yan na.