Hunermendê Kurd li kampê dima lê Paşayê Holendeyê hawara xwe biriyê

Duh li 01:14
Hêmin Ebdullah
Ehmed Ebdo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ehmed Ebdo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hunermendê Kurd Holenda Huner Paşa
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Holendayê ji hunermendekî Kurd tê xwestin ku monumentan (yadpeyker, bîrgeh, bîrdarî) nûjen bike.

Ehmed Ebdoyê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li kampeke koçberan dima lê Paşayê Holendeyê ji bo karên hunerî hawara xwe biriyê.

Ehmed Ebdo ne ji zû ve çûye Holendayê lê karên wî yên hunerî yên bi daran bala Holendiyan kişandiye.

Nexasim li bajarê Valkenburgê ku yek ji bajarên herî xweş ên geştyariya dîrokî yên wî welatî ye jê tê xwestin ku şûnwar û monumentên wan nûjen bike.

Ew li kampê hatiye keşifkirin

Hunermend Ehmed Ebdo ji Diyasporayê re behsa rêwîtiya xwe ya hunerê kir:

“Navê min Ehmed Ebdo ye. Ez ji Efrînê me. Min sala 1973yan dest bi şêwekariyê kir.

Pêşî min li ser textik û kursiyan hêdî hêdî dest pê kir. Paşê min tablo çêkirin.

Gava ez hatim Holendayê li kampê mam, li wir min wêne li ser mase û kelûpelan saz dikirin.

Wê demê rêveberê kampê ku kesekî Holendî bû li ser malpera tora civakî ya Facebookê çend wêneyên min weşandin û ez eşkere kirim.

Got ku kesekî Sûriyeyî li kampê ye û kesekî jêhatî ye û wêneyên bedew li ser textikan saz dike.

Piştre çend kesên Holendî hatin ba min li kampê û textik û kelûpelên şêwekariyê bi xwe re anîn û da ku ez wêneyekî saz bikim û êdî min saz kir û wan alîkariya min kir.”

“Me ji Ehmed xwest ku li Valkenburgê monumentekê nûjen bike”

Miryam Odekerkena ku alîkara hunermedê Kurd e jî wiha got:

“Me Ehmed li vir, li Valkenburgê nas kir. Wî zafî bêriya pîşeya xwe dikir.

Loma me bangewaziyek li ser Facebookê kir qene xelk bi alavên dartaşiyê alîkariya me bike.

Bi alîkariya hevalekî min ê ku di heman demê de hunermend e me ev malzeme peyda kirin.

Paşê me ji Ehmed xwest ku em dixwazin li vir li Valkenburgê monumentekê nûjen bikin.

Lê me dît ku ew qasî kevn bûye ku em neçar bûn monumenteke nû ava bikin. Êdî Ehmed dest pê kir û heftane monumentê çêdike.”

Paşê hawara xwe biriyê

Hunermendê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li ser hinek karên xwe yên hunerî ev agahî dan:

“Tabloyeke bi navê Şêrê Holendayê hebû, gihandin padîşahê Holendayê.

Rabû paşa û malbata paşayê Holendayê nameyeke spasdariyê û diyarî ji min re şandin.

Paşê min çend pêşangeh ji bo karên xwe vekirin.

Her wisa çend xelat û spasdarî ji aliyê şaredariyên cihê yên Holendayê ve ji min re hatin ku di wêneyan de diyar in.

Xelata herî mezin ji bo min xelata paşayê Holendayê bû ku ez gelekî kêfxweş kirim û ez spasdarê wî me.

Gelek caran ji min tê xwestin ku ez biçim dersekê bidim an jî xwendekarên ku di vî warî de dixwînin an dixwazin bixwînin fêr bikim û ez jî diçim û wan fêr dikim.

Ev tabloyeke monument a kevn a bajarê Valkenburg û temenê wê zêdeyî 70 salî ye û ji min xwestin ku ez wê nûjen bikim.

 Rabû ji bilî nûjenkirinê, min yeke din jî çêkir ku çend meh in ez li ser dixebitim û meha cotmeha îsal dê temam bibe û dê yek ji wan li ber deriyê keleha navdar a vî bajarî were danîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst