Koçberek hatibû kuştin, Almanya 4 kesan radest dike

Dusseldorf (Rûdaw) – Almanya 4 kesan radestî Holendayê dike ku bi kuştina koçberekî tên tohmetbarkirin.

4 kes bi tohmeta ku li Holendayê beşdarî kuştina koçberekî bûne li bajarê Remscheidê yê Almanyayê hatin girtin.

Meha borî li bajarê Den Haagê û li tenişta avahiya Parlamentoya Holendayê koçberekî 23 salî rastî êrişê hat û piştre ji ber giraniya birînên xwe mir.

Her çar kesên ku hatine girtin di navbera 19 û 23 salî de ne.

Polîsê Holendayê bi fermana dadgeha Holendî ji polîsê Almanyayê xwestiye ku wan radestî Holendayê bikin.

Xortê kuştî li kampeke penaberan dijiya. Ew ji Somaliyê bû û sê sal berê çûbû Holendayê.