Koçbêr êdî kêmtir diçin Ewropayê: Rêje ji sedî 40 kêm bûye

Dusseldorf (Rûdaw) – Rêjeya koçberên neyasayî yên ku diçin welatên Yekîtiya Ewropayê ji sedî 40 kêm bûye.

Li seranserê Yekîtiya Ewropayê amarên nû yên li ser koçberan hatin weşandin.

Frontexa (Polîsê Parastina Sînorên Yekîtiya Ewropayê) ku baregeha wê ya sereke li Polonyayê ye, ragihandiye ku wan di 7 mehên yekem ên îsal de li ser sînoran 113 hezar û 400 koçber girtine.

Li gorî agahiyên ku Frontexê dane, ev hejmar li gorî par ji sedî 40 kêmtir e.

Koçber bêhtir bi sê rêyên sereke xwe bi awayekî neqanûnî digihînin hundirê Yekîtiya Ewropayê.

Yek ji wan rêyan, rêya welatên Balkanê ye.

Rêyek jî rêya Yewnanistan û Îtalyayê ye. Rêya sêyem jî rêya Afrîkayê ye.

Li gorî gotina Frontexê, rêya Afrîkayê wekî xwe maye lê li her du rêyên dîtir rêje zafî kêm bûye.