Qadirov doçka danî ser Cybertruckê: Spas Elon!

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Çeçenistanê Remezan Qadirov doçka danî ser Cybertruckê û got ku xwediyê Teslayê Elon Musk ev Cybertruck diyarî wî kiriye.

Remezan Qadirov li ser hesabê xwe yê Telegramê dîmenên otomobîleke Cybertruck parve kirin û got ku Elon Musk diyarî wî kiriye.

Di dîmenan de xuya dibe ku Qadirov doçkayek daniye ser Cybertruckê.

Diyar dibe ku Qadirov otomobîlê li Grozniya paytexta Çeçenistanê diajo.

“Elon, spas! Were Grozniyê”

Remezan Qadirov di parvekirina xwe de ragihand ku ew dê Cybertruckê li Ukraynayê bi kar bîne û got:

“Elon, spas! Were Grozniyê. Ez dê te wekî mêhvanê xwe yê herî hêja pêşwazî bikim.

Ez texmîn nakim ku wezareta me ya karên derve ya Rûsyayê li dijî rêwîtiyeke wiha derkeve.

Helbet em li benda îcadên we yên nû ne ku alîkariyê bidin temamkirina operasyona taybet.”

Li hêla din, heta niha Elon Musk li ser van îdiayan tiştek negotiye.

Tesla ji ber sizayên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê nikare otomobîlên xwe yên karebayî bifiroşe Rûsyayê.