Li Rûsyayê erdhejeke mezin

Hewlêr (Rûdaw) – Li rojhilatê Grava Kamçatkayê ya Rûsyayê erdhejeke bi mezinahiya 7,2yan çêbû.

Li gorî amarên Navenda Sîsmolojiyê ya Deryaya Spî-Ewropayê, kûrahiya erdhejê 51 kîlometre bû.

Hişyariya tsunamiyê

Navenda Hişyariyê ya Neteweyî ya Tsunamiyê hişyarî da ku egera tsunamiyê heye.

Wezareta Rewşên Awarta jî diyar kir ku metirsiya tsunamiyê nîne.

Li hêla din, li herêma erdhejê xebatên tesbîtkirina xisaran berdewam dikin.