Balyozxaneya Amerîkayê: Me ti rêkevtineke nihênî bi Tirkiyê re nekiriye

18-08-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka red dike ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser koçber û penaberên Efxan gehiştibin rêkeftinê.

Di daxuyaniyekê de Balyozxaneya Amerîkayê li Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku “Îdîaya rêkeftinekê di navbera Biden û Erdogan de li ser koçber û penaberên Efxan gelekî bêbingeh e.”

Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê di demekê de ye ku naverasta Hezîrana borî, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan. Partiyên opozisyona Tirkiyê jî guman dikin ku herdu alî derbarê koçberên Efxan de gehiştibin rêkeftinê.

Daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê bersivek bû bo wê gumana partiyên opozisyonê li Tirkiyê ku niha siyaseta derve ya hikûmeta AK Partiyê rexne dikin û di wê baweriyê de ne ku ji ber wê siyaseta tê peyrewkirin, welatê wan bûye stargeha koçberan.

Tirkiye yek ji wan welatên navçeyê ye ku rewşa niha ya Efxanistanê herî zêde bandor li hewaya siyasî ya navxwe û nakokiyên navbera desthilat û opozisyonê kiriye, bi taybetî di mijara koçber û man an vekişîna ji Efxanistanê.

Li gor partiyên opozisyonê tişta diqewime plangêrî ye û bi destê Erdoganê serokkkomar kişandina welatê wan e ji aliyê hêzên biyanî ve bo nav krîzekê ku dana baca wê zehmet e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst