Hejmara zarokên koçî Yunanistanê dikin 4 qetan zêde bûye

5 demjimêr berê
Nîşan Yunanistan Koçberî Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Rêxistina Save The Childrenê îsal 6 hezar û 400 zarokên koçber gihiştine Yunanistanê.

Ew hejmar li gorî sala borî çar qat zêde bûye.

Rêxistina navborî dixwazekarên zêdetir ji bo wan zarokên ku ji ber şer û birçîbûnê direvin bê kirin.

Li gorî amarên Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di navbera Çiriya Paşînê heta Hezîrana îsal de 5 hezar û 580 zarokên koçber bi rêye Deryaya Egeyê gihiştine giravên Yunanistanê.

830 zarok jî bi rêya bejayî çûne wî welatî.

Li gorî sala 2023yan di heman demê de ew rêje ji sedî 400 zêde bûye.

Di nîva yekem a sala 2023yan de tenê hezar û 280 zarokên koçber çûbûn Yunanistanê.

Li gorî heman amaran ji her çar zarokên koçber yek ji wan bêyî malbat û bi tenê yan bêyî serperiştekî gihiştine Yunanistanê.

Wekî hejmar hezar û 500 zarokan bi tenê rêya koçê daye berxwe û li gorî sala borî sê qat zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Krîza li Sudanê berdewam dike / Wêne: AA

Welatê ku lê krîza mirovî ya herî mezin heye hatiye jibîrkirin: Sûdan

Li Sûdanê ji ber pevçûnên ku 15 meh in di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) ên paramîlîter de dewam dikin krîza xelayê û ji cihê xwe kirinê ya herî mezin a dinyayê heye