Parlamenterê Azerî: Nirxên hevbeş ên Azerbaycan û Herêma Kurdistanê hene

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Azerbaycan Ceyhun Memedov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Azerbaycanê Ceyhun Memedov ragihand ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê di heyama bê de encamên xwe hebe û got: “Ev serdana yekem bû, ji niha û pê de em dê bibin şahidê pêvajoyek ku rayedarên Kurdistan û Azerbaycanê dê serdanên hev bikin û peywendiyên me bihêz bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku bi serdanekê fermî de çûbû Bakûyê, bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya.

Parlamenterê Partiya Azerbaycana Nû Ceyhun Memedov ji Rûdawê re diyar kir ku wê serdanê girîngiyeke xwe ya mezin heye.

Ceyhun Memedov bi bîr xist ku Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev berê jî hevdîtin pêk anîne û di van hevdîtinan de vexwandina Bakûyê jî hatiye rojevê û got: “Divê were eşkerekirin ku gelek nirxên hevbeş hene ku Azerbaycan û Herêma Kurdistanê bi hev ve girêdidin. Di heman demê de em dizanin ku herdu welat di warê aborî de ji aliyê çavkaniyên petrol û gaza xwezayî ve dewlemend in. Li herêma me jî geşedan hene, di vî warî de girîng e ku em li ser mijarên aborî, ewlehî û yên din gotûbêjan bikin. Îro, karsazên Azerbeycanê li gelek welatên cîhanê beşdarî weberhênanan dibin. Şertên xurtkirina hevkariyê di vî warî de jî hene.

Memedov dibêje: “Her du welat li heman erdnîgariyê dijîn. Hem Azerbaycan û hem jî Herêma Kurdistanê li herêmeke ku gelek caran alozî tê de hene. Li Sûriye, Iraq û welatên din hê jî pirsgirêkên ewlehiyê hene. Dîsa li Îranê ku hem bi Azerbeycanê û hem jî bi Herêma Kurdistanê re ne, alozî hene. Di vî warî de rojeva hevdîtinan dibe ku li ser paşeroja herêmê pevguhertina nêrînan, gotûbêjkirina mijarên siyasî û avêtina gavên ewlehiyê be. Ya duduyan, yek ji mijarên girîng mijarên aborî ne. Çavkaniyên petrol û gaza xwezayî yên her du welatan hene û bi firotina van çavkaniyan debara xwe dikin. Lê ji bilî vê, karsazên Azerbeycanê û Herêma Kurdistanê dikarin weberhênanên hevbeş bikin. Îro Azerbaycan li Qerebaxê projeyên mezin pêk tîne. Ew jî dikarin beşdarî van projeyan bibin. Pirsgirêkên hevpar di warên civakî, însanî û yên din de jî dikarin bên çareserkirin.”

Bi gotina Memedov piştî vê serdanê danûstandinên di navbera herdu aliyan de bidome û got: “Azerbaycan îro welatekî pir şaristanî û pirçandî ye. Kurd jî li vir dijîn û di pêşketina welatê me de jî kedeke mezin hene. Ew jî bi neteweyên din re xwedî mafên wekhev in. Hebûna Kurdan li Azerbaycanê dikare bibe sedema geşepêdana têkiliyên her du aliyan. Helbet Herêma Kurdistanê xema Kurdên Azerbaycanê dixwe. Em wek dewlet ji bo parastina mafên wan hemû gavan diavêjin. Ez texmîn dikim ku dê li ser vê mijarê gotûbêj bêne kirin.”

Ceyhun Memedov diyar kir ku hikûmeta Azerbaycanê piştgiriya rêxistin û rewşenbîrên Kurd dike û wiha pê de çû: “Ev serdana yekem bû, ji niha û pê de em dê bibin şahidê pêvajoyek ku rayedarên Kurdistan û Azerbaycanê dê serdanên hev bikin û peywendiyên me bihêz bikin. Pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlekarî îro hewce dike ku têkiliyên me zêdetir xurt bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst