Lêkolînerê Azerî: Serdana Nêçîrvan Barzanî pêngaveke cidî ye

18-07-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Herêma Kurdistanê Azerbaycan Agil Alesger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê û lêkolînerê Azerî Agil Alesger derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya bo Azerbaycanê de got: “Serdana birêz Nêçîrvan Barzanî di warê peywendiyên dualî de gaveke cidî ye. Heta niha têkiliyên her du aliyan di warê bazirganiyê de bûn, lê cara ewil e di asta rayedarên dewletê de têkilî pêş dikevin û projeyên navdewletî yên cidî hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an bi vexwendnameyekî fermî ji aliyê Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev çûye paytexta Azerbaycanê bajarê Bakuyê.

Endamê Lijneya Rêvebir a Çapemeniyê ya Azerbaycanê û Serokê Koma Medyaya Serdema Nû Agil Alesger beşdarî bultena Rûdaw TV bû û têkiliyên Herêma Kurdistanû û Azerbaycanê û serdana Nêçîrvan Barzanî nirxand.

Agil Alesger bi bîr xist ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di 18ê Sibatê de li Konferansa Asayîşê ya Munchenê û piştre jî di 4ê Hezîranê de li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê hevdîtin kiribûn û got: “Ji bo vê serdanê beriya niha gelek gav hatibûn avêtin. Di civînên berê de wêneyên pir xweş hebûn. Dihat pêşbînîkirin ku hevdîtineke bi vî rengî pêk were.”

Alesger got: “Di navbera Kurdistana Iraqê û Azerbaycanê de her tim pêwendiyek hebû. Ew jî xwedî paşxaneyeke dîrokî ye. Di serdema Sovyetê de têkiliyên serokê damezrîner ê Azerbaycanê Heyder Aliyev bi Mela Mistefa Barzanî û serokên din ên Kurd re hebûn. Di van 20 salên dawî de ji ber hin sedeman ev têkilî hinekî qut bibûn, lê ji nû ve avakirina van peywendiyan ji bo her du welatan pir girîng e.”

Agil Alesger amaje bi wê yekê kir ku Tirkmenên yek ji pêkhateyên girîng ên Kurdistanê û Azerî ji heman binyatê tên û herwiha li Azerbaycanê jî Kurd dijîn lewma jî têkiliyeke civakî di navbera wan de heye û wiha anî ziman: “Hezkirina di nava gelean de eger di nav dewletan de jî pêk were tişteke girîng e.”

Bi gotina Alesger di vê çarçoveyê de ji bilî di warên aborî de encamên gelek baş ên serdana Nêçîrvan Barzanî hebin.

Lêkolînerê Azderî tekez kir ku Azerbeycan û Iraq di warê çavkaniyên xwezayî de welatên dewlemend in û wiha pê de çû: “Kurdistana Iraqê û Azerbaycanê dikarin gelek projeyên hevpar îmze bikin. Petrol û gaza sirûştî di rêza yekem de ne. Piştî vê serdanê tê pêşbînîkirin ku têkiliyên di van sektoran de zêdetir bibin. Ji ber ku niha projeya xeta boriya petrolê ya Baku-Tiflîs-Ceyhanê heye, Projeya Xeta Gaza Sirûştî ya Trans-Anatoliyayê (TANAP) heye ku ji Ewropayê re hatiye vekirin û bi salan e tê meşandin. Beşdarbûna Kurdistanê di van peywendiyan de bi serokatiya birêz Nêçîrvan Barzanî û lihevkirina wan a hevbeş di van mijaran de ne tenê sûdê ji Azerbaycanê û Kurdistana Iraqê, di heman demê de dê ji bo herêmê jî hebe.”

Têkîldarî peywendiyên ragihandinî de jî Alesger da zanîn ku têkiliyên wî bi rojnamevanên Iraq û Herêma Kurdistanê re hene û got, rojnamevanên Kurdistanê dikarin serdana Azerbaycanê bikin, herwiha rojnamevanên Azerî jî dikarin biçin Kurdistanê, semîner û konferansên hevbeş bên lidarxistin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Alesger got: “Serdana birêz Nêçîrvan Barzanî di warê peywendiyên dualî de gaveke cidî ye. Heta niha têkiliyên her du partiyan di warê bazirganiyê de bûn. Cara ewil di asta rayedarên dewletê de têkilî pêş dikevin û projeyên dewletî yên cidî hene. Her du alî jî dê ji vê yekê sûd werbigirin. Ji bo ku ev yek di vê astê de nemîne, divê hem çapemenî û hem jî saziyên sivîl piştgiriyê bidin.”

Alesger herwiha tekez kir ku serkirdeyên herdu aliyan bi biryar in ku têkiliyên dualî  pêşve bibin û anî zimna: “Di pêşxistina van pêwendiyan de gelê Kurdistanê û gelê Azerbaycanê dê qezenc bike.”

Lêkolînerê Azderî di heman demê de destnîşan kir ku hem ji aliyê Îran, hem jî ji aliyê Rûsya û hem jî ji aliyê Ewropayê ve li ser Azerbaycanê zext hene, lê Îlham Aliyev di biryarên xwe de lîderekî bi israr e, û Aliyev di têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re de jî dê din bin ti bandora ti kesî de namîne.

Alesger bi bîr xist ku di protokolê de ala Iraq û Kurdistanê heye û wiha pê de çû: “Eger serokek were welatekî, gel û ala welatî wî serokî ji bo me girîng e. Ev mijar jestek dewleta Azerbaycanê ye ji bo Nêçîrvan Barzanî. Her wiha li gorî protokolê eger serokê Herêma Kurdistana Iraqê were Azerbaycanê, ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê li ba dibe. Niha meseleyekî protokolî ye, diviyabû wisa bûya”

Herî dawî Alesger, da zanîn ku li Azerbaycanê ti cudahî di navbera Tirk, Kurd, Taliş û Lezgiyan de nîne û hemû welatiyên vî welatî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst