Nêçîrvan Barzanî serdana Azerbaycanê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi serdaneke fermî diçe Azerbaycanê. Nêçîrvan Barzanî dê li Bakuyê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev serdana Bakuyê dike.

Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev dê îro bicivin û behsa peywendiyên Azerbaycanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên cuda da bikin.

18ê Sibatê di duyemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de, Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev civiyabûn.

Aliyev di civînê de Barzanî ji bo Azerbaycanê vexwendibû û gotibû  ku ew ji bo vekirina konsulxaneya li Hewlêrê dixebitin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Îlham Aliyev 4ê Hezîranê jî di xwarina ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hilbijartinên 18ê Gulanê li Enqereyê dabûn serkirdeyên cîhanî, hevdîtin kiribûn.