John Kerry: Amerîkayê Gulen neveşartiye

18-07-2016
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Darbeya Leşkerî John Kerry Fetullhan Gulen Darbe
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry got, heger Tirkiyê bi awayekê fermî radeskirina Fetullah Gulen bike ew dê wê yekê binirxînin.


Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji televîzyona CNNê re ragihand Tirkiyê hêj bi awayekî fermî vegerandina Fetullah Gulen ji Amerîkayê nexwstiye û wiha domand:


“Amerîka kesî venaşirî û ji bo kesekê jî tiştekê dabîn nake. Em dibêjin delîlên xwe pêşkêş bikin. Pêwîstiya me ji bo îadekirinê, bi zemîneke yasayî ya saxlem re heye.”


Kerry diyar kir ku rayedarên Tirkiyê dosyayên navborî amade kirine û rayedarên Tirkiyê ji wan re gotine di demekê kurt de dosyayan dê pêşkêşî Amerîkayê bikin.


Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje kir ku haya wan ji hûrgîliyên hewldana darbeya leşkerî de nîne û hikûmeta Tirkiyê dest bi lêpirsîna pêwîst kiriye û got ti peywendiyê welatî bi hewldana darbeyê ve nîne.


Herwiha Kerry da zanîn di hefteya pêş de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Parastinê Fikrî Işik dê serdana Amerîkayê bikin û dê derfet ji bo wan çêbibe ku hûrgîliyên vê mijarê gotûbêj bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst