Cameron: Em ne li pişta Îranê ne

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Brîtanyayê Davîd Cameron ragihand ku, rêkeftina atomî ligel Îranê nayê wê wateyê ku Brîtanya li pişta Îranê ye.

Roja 14ê vê mehê Îranê û şanda welatên endamên dayimî yên Encumena Asayişa Navdewletî û Almanya (koma 5+1) li ser çareserkirina krîza atomî ya Îranê li hev kirin.

Davîd Cameron derbarê wê rêkeftinê di daxuyaniyekê de ragihand: “Em ligel hevpeymaniyê xwe ne û me ew rêkeftin îmze kir da ku Îranê çekên atomî bi dest neyne.”

Cameron wiha got: “Pêngava bê, ew e ku em Îranê di çareserkirina pirsên Rojhilata Navîn de beşdar bikin da ku tevlihevî çênebe, lewma ev rêkeftin ji aramiya navçeyê re pir baş e.”

Herwiha Cameron soz da ku ewê bi tundî têkeliyê ligel Tehranê bikin eger pêwendiyên wê ligel Hikûmeta Sûriyê û piştgiriya terorê berdewam bin.