Amerîkayê grûpeke Îraqî xist lîsteya terorê

18-06-2024
Nîşan Amerîka Îraq Lîsteya Terorê Ensarulahî Ewfiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku wan grûpa çekdar a bi navê “Ensarulahî Ewfiya” û sekreterê giştî yê tevgerê Heyder Xerawî xistine lîsteya terorê.

Ensarulahî Ewfiya sala 2014an wekî şaxekî Heşdî Şebiyê hat avakirin ku girêdayî hikûmetê ye.

Li gorî Amerîkayê, Ensarulahî Ewfiya ji bo berjewendiyên Amerîkayê gefek e û rasterast berjewendiyên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê dike hedef.

Tê gotin ku Ensarulahî Ewfiyayê sala 2019an dema “Serhildana Teşrînê” xwepêşander revandine û ew kuştine.

Meha kanûna paşîn a vê salê li Urdinê êrişî baregeheke Amerîkayê hatibû kirin.

Di vê êrişê de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û 34 kes jî birîndar bûbûn.

Amerîkayê got ku destê Ensarulahî Ewfiyayê di wê êrişê de jî hebûye.

Amerîkayê di daxuyaniya xwe de peyamek da Îranê jî û got:

“Amerîka dê li hemberî piştgiriya ku Îran dide terorîzme û qelskirina şiyana êrişkirinê ya wan grûpan bi awayekî bibiryar li ber xwe bide.”

Berxwedana Îslamî ya Îraqê piştî ku şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir herî kêm 100 carî êrişî baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê kir.

Sekreterê Giştî yê Lîwayên Hizbulahê Ehmed Muhsîn Ferec el-Hemîdawî par di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku Ensarulahî Ewfiya hêmanekî bingehîn ê Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye.

Li hêla din, Lîwayên Hizbulahê jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst