Li Swêdê guherîna keşûhewayê Hezîrana îsal ji salên borî germtir kiriye

18-06-2023
RÛDAW
Wêne: Johan Nilsson/TT
Wêne: Johan Nilsson/TT
Nîşan Swêd Guherîna Keşûhewayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Skandînavyayê Swêdê guherîna keşûhewayê, Hezîrana îsal ji salên derbasbûyî germtir kiriye.

Nêzîkî berî 30 salan, Swêdiyan wek Ewropiyên din, li welatê xwe gelekî kêm havîneke germ didîtin.

Niha di havînê de kêm roj hene ku ne germ be, hinek ji ber tavê direvin û xwe didin bin siya daran.

Sofia Soderberg dibêje “Meha Hezîran a Îsal hişktirîn meh bûye. Li başûr û bakurê Swêdê baran kêm barî.”

Ajansa Keşnasiyê ya Swedê dibêje; li başûrê welat heta niha kêmtir ji %10ê barana salên borî bariye. Li bakur jî kêmtir ji %50î bariya ye.

Lêkolînerê Keşûhewayê Gustav Strandberg got “Ger em li 10-20 salên derbasbûyî binêrin, em dibînin ku cara yekem e meha Hezîranê hewqasî germ dibe.”

Swêdê siyaseta keşûhewayê wiha daniye ku heta sala 2030an derxistina karbondioksidê %63 kêmtir be ji sala 1990an.

Lê di egera serneketina vê planê de, heta sala 2050an hejmara rojên germ ên havînê li wî welatî dê %5 zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst