Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Çînê ye: Yekem serdana pilebilind a piştî pênc salan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken îro Yekşemê gihîşte Çînê ku ev jî yekem serdana rayedarekî payebilind ê Washingtonê ji bo Pekînê yê di nava pênc salan de ye ku her du hêzên rikaber ên rojavayî û rojhilatî hewl didin ku aloziyên di navbera xwe de kêm bikin.

Ne Pekîn û ne jî Washington li bendê ye ku serdana Blinken bibe xaleke werçerxanê di peywendiyên wan de, ji ber ku du aboriyên herî mezin ên cîhanê li ser mijarên ji bazirganiyê bigire heta teknolojiyê û ewlehiya herêmî xwedî nakokî ne û li hev nakin.

Di heman demê de, her du welatan xwesteka xwe ya ji bo avakirina aramiyeke zêdetir berî hilbijartinên sala bê ya li Amerîkayê û Taywanê diyar dikin.

Serdana Blinken berhema hevdîtina meha Mijdarê ya di navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Çînê Xi Jinping li Balî ya Endonezyayê ye ku biryar bû berî çar mehan bihata kirin lê ji ber peywendiyên xirab ên her du welatan hatibû paşxistin.

Piştî ku Amerîkayê ragihandibû baloneke "sîxuriyê" li qada xwe ya hewayî dîtiye Blinken ji nişka ve serdana xwe betal kiribû.

Blinken berî ku biçe Pekînê, li paytexta welatê xwe got ew dê hewl bide ku peywendiyên welatê xwe yên bi Çînê re "bi berpirsiyarî" birêve bibe û rêyên ji "şaşfêmkirinê" di navbera her du welatan de dûr bixe.

Blinken got, “Rikeberiya tund pêdivî bi dîplomasiya domdar heye da ku rikeberî veneguhere pevçûn an nakokiyan.”