Artêşa Ukraynayê li Buchayê perwerdeya leşkerî dide xelkê sivîl

18-06-2022
RÛDAW
Artêşa Ukraynayê li Buchayê perwerdeya leşkerî dide xelkê sivîl
Artêşa Ukraynayê li Buchayê perwerdeya leşkerî dide xelkê sivîl
Nîşan Bucha Artêşa Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên artêşa Ukraynayê ên li bajarokê Buchayê piştî ku vegeriyane nav bajarokê dest bi dayîna perwerdeya leşkerî bo xelkê sivîl kirin.

Ew dibêjin ev perwerde di vê demê de gelekî pêwîst e bo parastina xwe.

Mamoste Tîça got, “Piraniya kesên li vê derê ne leşkerin, ew tenê welatiyên sivîlin û dixwazin berevaniyê li welatê xwe bikin.”

Bi gotina welatiyan heta niha jî tirsa vegerandina hêzên Rûsyayê bo Buchayê ligel xelkê heye û ji ber vê yekê dixwazin fêrî bikaranîna çekan bibin heta rûbirûbûnê wan bibin.

Ew ên beşdarî perwerdê dibin bo dema du hefteyan dewam dikin û piştre bo eniyên şer ên li derdora bajarokê Buchayê tên şandin.

Hinek ji wan welatiyan jî piştî perwerdê peywendiya xwe bi refên artêşa Ukraynayê çêdikin.

Berpirsê Ragihandina Artêşa Ukrayna Valentın Kelachnîk anî ziman, “Gelek xwebexş hene û li hemû cihên leşkerî cihên navnivîsê heye bo ew bibin leşker di artêşê de.”

Bajarokê Buchayê yek ji bajarên Ukraynayê ye ku li cîhanê bi şerê xwe  tê naskirin.

Hêzên Rûsyayê di destpêka şer de Bucha kontrol kir û heta dawiya meha Adarê li bajarok man.

Berpirsên Ukraynayê Rûsya bi kuştina welatiyên sivîl ên nav bajêr tohmetbar kir  û  dibêjin heta niha hezar û 316 termên welatiyên sivîl li gorên bikom û ser cadeyên bajarokê Bûçayê dîtine. Lê Rûsya van tohmetan red dike û dibêjin destê artêşa welatê wan di kuştina xelkê sivîl de nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst