Li Fransa û Brîtanyayê dest bi ser mulk û malê Rifat Esed de tê girtin

18-06-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rifat Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Fransî 4 salên zindanîkirinê li apê Serokê Sûriyê û birayê Hafiz Esed, Rifat Esed birrî.

Dadgeha Fransî bi tometa spîkirina pareyan û destdanîna ser pareyên dewleta Sûriyê, cezayê zindanîkirina 4 salan bi ser Rifat Esed de sepand.

Rifat Esed bi hinceta ku nexweş e beşdarî di rûniştina dadgehê de nekiriye, ku duh hatiye lidarxistin.

Dadgehê herwiha biryar daye ku dest bi ser hemû mal û mulkên Rifat Esed de bigire. Dadgehê ragihandiye, ku Rifat Esed, bi kirrîna mulkekê li Fransayê bi buhayê 90 milyon euroyan, samana Sûriyê xirab bikar aniye.

Her li gor biryara dadgeha Fransî, dest bi ser mulkeke din ê Rifat Esed de tê girtin, ku dikeve Londonê û buhayê wê 29 milyon euro ye.

Rifat Esed 82 salî ye û ji Kanûna sala bihorî ve bi sedema xwînberbûnê, li nexweşxaneyê hatiye razandin. Parêzerê wî ragihandiye, ji ber nexweşiyê Rifat Esed nekariye di civîna dadgehê de amade bibe, parêzer herwiha gotiye, ku ew dê li dijî biryara dadgehê îtîrazê bikin.

Rifat Esed tometên li ser xwe red dike û dibêje, wî saman û darayiya xwe bi rêya hevkariya demdirêj a Welîehdê Siûdiyê yê salên 80î yên sedsala 20an, Ebdullah bin Ebdulezîz bidestxistiye.

Mamê Beşar Esed, Rifat Esed pêştir berpirsekî serbazî bûye û gelek aliyên navxweyî yên Sûriyê û aliyên navdewletî, wî wek berpirsyarê tepeserkirina raperîna îslamî ya sala 1982 li Sûriyê di serdema desthilatdariya Hafiz Esed de tometbar dikin, ku di wê tepeserkirinê de bi hezaran kes hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst