Îrlandaya Bakur şandina koçberan a Rwandayê red dike

18-05-2024
RÛDAW
Îrlendaya Bakur şandina koçberan a Rwandayê red dike
Îrlendaya Bakur şandina koçberan a Rwandayê red dike
Nîşan Îrlandaya Bakur Koçber Brîtanya Rwanda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandina koçberan ji Brîtanya ji bo Rwandayê careke din bû sedema nerazîbûnan.

Dadgeheke Îrlandaya Bakur red dike ku biryara şamndina koçberan a ji Rwandayê re bi cih bîne.

Li aliyê din jî, yên ku ji xwe ditirsin ji Rwandayî re bên şandin, xwe li Komara Îrlandayê digirin.

Hîn sê hefte derbas bûne ku şandina koçberan ji Brîtanya ji bo Rwandayê bûye qanûn.

Demeke dûr û dirêj derbas bû hetanî ku Hikûmeta Brîtanyayê karî vê yekê derbas bike.

Lê wer naxuye ku dadgehên Brîtanyayê bihêlin ku qanûn wekî ku hikûmet dixwaze were bicihanîn.

Dadgeheke Îrlandaya Bakur vê hefteyê biryar da ku qanûn li herêma wan neyê bicihanîn.

Sedema vê jî bi wê yekê ve girêda ku şandina koçberan a ji Rwandayê re qanûnên taybet ên mafên mirovan paşguh dixe.

Berevajî qanûnên Ewropayê ye jî ku Brîtanya hîn jî ji hêla qanûnî ve beşek ji wê ye.

Li Komara Îrlandayê ku ji Îrlendaya Bakur cuda ye û di nav Yekîtiya Ewropayê de ye, pirsgirêkeke nû derketiye holê.

Wezîra Dadê ya Îrlandayê Helen McEntee ragihand ku ew dê heta dawiya vê mehê hejmareke zêde ya koçberan dersînorî Brîtanyayê bikin.

Ev diyardeyeke nû û balkêş e. Ji ber ku di van dehsalên borî de, koçberan xwe ji Îrlendayê digihand Brîtanyayê lê niha berovajî bûye.

Li gorî wezîrê, ji sedî 80ê kesên ku wekî koçber digihin Îrlandayê ji Brîtanyayê tên û ew kes in ku ji tirsa şandina Rwandayê reviyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst