Belçîka dixwaze Herêma Kurdistanê 'dûpişk' radestî wan bike

18-05-2024
RÛDAW
Qaçaxçiyê mirovan 'Dûpişk'
Qaçaxçiyê mirovan 'Dûpişk'
Nîşan Belçîka Herêma Kurdistanê Qaçaxçîtiya Mirovan Dûpişk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belçîka dixwaze rêyeke yasayî peyda bike ji bo ku Herêma Kurdistanê gumanbarekî qaçaxçîtiyê ku wekî “dûpişk” tê naskirin radestî wan bike.

Wezareta Dadê ya Belçîkayê li rêyeke yasayî digere ji bo ku Hikûmeta Kurdistanê tohmetbarekî Kurd radestî wan bike.

Rojên borî asayîşa Silêmaniyê ragihand ku wan kesekî bi tohmeta qaçaxçîtiya mirovan girtiye.

Medyaya Brîtanî û Belçîkî wî kesî wekî Barzan M. didin nasîn. Dibêjin ku temenê wî 36 salî ye û bi navê 'dûpişk' tê nasîn.

Ji sala 2016an ve, polîsên Ewropî û Înterpolê li nasnameya 'dûpişk' digerin ku bi qaçaxçîtiya bi dehan koçberan tê tohmetbarkirin ku hin ji wan di rê de mirine.

Di dawiya sala 2022yan de, dadgeheke Belcîkayê 10 sal cezayê girtîgehê û bi qasî 1 milyon euro cezayê pereyan li “dûpişk” birîbû.

Lê ji ber ku Barzan nedihat dîtin, cezayê wî nedihat bicihanîn.

Barzan berî çend rojan li Silêmaniyê beşdarî hevpeyvîneke ligel medyaya fermî ya Brîtanyayê bû. Loma cihê wî hat eşkerekirin û hat girtin.

Anne Kulowiak li Wezareta Dadê ya Hikûmeta Federal a Belcîkayê dozgera giştî ye.

Kulowiakê ragihand ku ti rêkeftineke welatê wê ya radestkirina tohmetbaran bi Îraqê re nîne.

Lê dibêje ew niha hewl didin rêyeke yasayî ya guncav bibînin da ku Barzan radestî wan bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst