Plasschaert li Encûmena Ewlekariyê: Pêwîst e dabeşbûna navçeyên PDKê û YNKê li Herêma Kurdistanê bi dawî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê di gotarekê de li Encûmena Ewlekariyê ragihand, nebûna yekdengiyê li Herêma Kurdistanê ziyandar bû û dibêje, "pêwîst e dabeşbûna navçeya kesk û zer bi dawî bibe".

Li ser êrişa moşekî ya Îranê li ser Hewlêrê dilgiraniya xwe nîşan da û got, navçeya armancgirtî navçeyeke sivîl bû.

Roja sêşemê 17ê gulana 2022yan, Nûnera Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert di gotarekê de li Encûmena Ewlekariyê axivî û li ser rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, êrişa Îranê bi roketan li ser Hewlêrê, rewşa Şingalê û şepêlên tozbarînê li Iraqê peyivî.

Li ser rewşa Herêma Kurdistanê û birêveçûna hilbijartina çaverêkirî, Plasschaertê got: "Nebûna yekdengiyê li Herêma Kurdistanê biziyan bû…pir giring e ku meydana Herêma Kurdistanê ji hemû hêzên siyasî re vekirî be. Giring e derfeta wekhev ji hemûyan re peyda bibe, ango divê jîngeheke taybet bi hilbijartinê peyda bibe".

Li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêkneanîna hikûmetê di 7 hîvên borî de, Jeanine Plasschaert diyar kir ku divê siyasetvanên Iraqê rewşê çare bikin.

Nûnera Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê derbarê êrişa moşekî ya Îranê li dijî Hewlêrê "dilgiraniya" xwe anî ser zimên û ragihand ku Îranê belge ji bo tometên xwe "nedît" û navçeya armancgirtî navçeyeke sivîl bû.

Naveroka gotara Nûnera Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Jeanine Plasschaert li Encûmena Ewlekariyê:

Serokê birêz, endamên rêzdar ên Encûmena Ewlekariyê. Mixabin, axaftina me ya îroj li ser gelek xal û nîşeyan radiweste ku li cem hemûyan nas in. Ji ber ku rûyên navdar ên jiyana siyasî ya Iraqê xwe hergav dubare dikin.

Lê berî ku ez herim ser wê mijarê, pêşî dixwazim hesta xwe li ser wan şepêlên tozbarînê ku vê dawiyê Iraq dan ber xwe, nîşan bidim. Di demekê de ku hebûna tozbarîna bi vî rengî ne diyardeyeke nû ye ji bo Iraqê, şepêla vêga dûr bû ji wê ezmûna ku van çend salên dawî li Iraqê hebû. Di dawiya meha sibatê de, ez ji vê encûmenê re axivîm û ez li ser metirsiyên diyardeya guhertina keş û hewayê û bandorên wê peyivim û min dilgiraniya xwe ya kûr li ser biyabanîbûnê ragihand. Ji hingê ve Iraq rastî çend şepêlên tozbarînê hat ku esmanê wê tarî û xumamî kirin û xelk bêgav kirin li malên xwe bimînin û tew bûne sedemên nexweşî û mirinê jî.

Niha tê çaverêkirin ku ev şepêlên tozbarînê zêdetir bibin. Bi wateyeke din, ziyana gavneavêtina ku li vir jî tê dîtin dê pirî mezin be. Cenabê serokê Encmûna Ewlekariyê, tişta ku min li ser wan şepêlên tozbarînê got ne cihê dilgiraniya gelê Iraqê tenê ne.

Iraqî bendewariya çîna siyasî dikin ji bo ku zend û bendan vemalin û pêşkeftinekê li ser wan hemû tiştan bi dest bixin ku li hundirê welêt hene û divê werin helkirin, li dewsa ku mijûlî kêşeyên siyasî yên xetimî bin. Wek hûn serwext in, berî 7 hîvan hilbijartina parlamento li welêt birêve çû û çend caran dem ji bo pêkanîna hikûmetê hate danîn, lê hikûmet pêk nehat.

Rast e Iraq ne tekane welat e ku rûbirûyî pêkanîna demdirêj a hikûmetê bûye. Lê serkirdên siyasî yên Iraqê karekê qenc dikin heke xwe li pişt wê angaştê veneşêrin, çunke karekê wiha dibe sedema dûrketina ji tişta ku di talûkeyê de ye.

Tişta diqewime dibe sedema berdewambûna xetimîna siyasî û rê jî dide grubên çekdar ên li derveyî desthilatê ji bo ku bi serbestî û bê lêpirsîna bi wan re, li ser teqandina moşekan berdewam bin. Tişta diqewime dibe sedema berdewambûna xetimîna siyasî di demekê de ku bela û kambaxiyên hemwelatiyên ji rêzê hene. Tişta diqewime dibe sedema berdewambûna xetimîna siyasî, ev di demekê de ye ku pêkan e hêrsa xelkê di her kêliyekê de dest pê bike. Lew pirsa min ev e: Gelo divê çi biqewime heta zelal bibe ku ev rewş ne cihê berevanîlêkirinê ye?

Heta îro serkirdên siyasî hizira diyalogê tekez dikin yan qala gereke din a danûstandinê dikin. Bê guman ev tiştekê baş e, lê ka amadebûna pêkanîna tifaqê? Cihê dilgiraniyê ye ku heta niha tune ye. Tu serdana her bazarekê bikî, iraqî ji te re dibêjin: Careke din berjewendiya niştimanî di rêza duyemîn de ye û ya ku di rêza yekem de tê raçavkirina demkurt a kontrolkirina çavkaniyan û rikeberiya siyasî ji bo zeftkirina postan e.

Lewma dem hatiye (ez dubare dikim) ku em vegerin cihê ku divê em lê bin. Ew jî ji gelê Iraqê û gavavêtinê pêk tê ku van tiştan li xwe digire: Gihandina xizmetguzariyên baş ji hemû welatiyan re, kutakirina gendelî, mezhebgerî û talankirina dezgehên dewletê, encamdana reformên pir pêwîst, rengînkirina aboriyê, birêvebirineke ku tiştên qenc jê were payîn li dewsa derbaskirina rewşê bê çarekirina kirîzan, kutakirina wê yekê ku hin kes li ser qanûnê bin û lêkolîn bi wan re neyê kirin, çunke lêkolîn li her tiştekê xisleteke sereke ya dewletê ye, kontrolkirina aliyên çekdar ên derveyî dewletê û cîbicîkirina desthilata dewletê.

Di nava sê salên borî de, guhê we li min bûye ku min çend caran amaje bi van xalan kir. Tiştek heye zaf zelal e ku ev e piştguhkirin û dabînnekirina pêdiviyên sereke yên gelê Iraqê pir dirêj kişand. Ez careke din dibêjim, qelenê gavneavêtina siyasî mezin bû û wê bibe, ne tenê ji bo kesên di desthilatê de ne, belku ji bo kesên ku rojane dixwazin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Cenabê serok

Çend xalên din ên taybet hene û ez ê ji têkiliyên Bexda û Hewlêrê dest pê bikim. Şêwaza danûstandinê ku heye û li ser mijareke taybet radiweste her berdewam e. Li şûna ku ew yek were bidestxistin ku pir pêwîst e, ku ew jî ji hebûna mekanîzma dezgehvanî pêk tê ji bo hebûna çareseriyeke hemûgir û demdirêj ji bo hemû mijarên cihê nakokiyê.

Zelal e ku ew mekanîzm pir pêwîst e, lê heta vêga nehatiye bidestxistin; ev di demekê de ye ku rikeberiya navxweyî li her du aliyan heye û ev cihê dilgiraniyê ye. Herwekî çawa min cara borî amaje pê kir: Ruhiyeta hevbeşî û hevahengiyê dikare rênîşandera hemû kesên têkildarî vê mijarê be û divê wiha be. Wek girêdayî biryara vê dawiyê ya Dadgeha Federal a taybet bi yasaya gaz û petrola hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Ez bi her du aliyan re di têkiliyê de me û bawer im ku rêyek ji bo derketina ji rewşê heye. Tiştek heye nayê înkarkirin: Bûyerên berê bûne sedema kêmbûna baweriyê di navbera her du aliyan de. Lewra çêbûna baweriyê zaf pêwîst e. Nemaze bi rêya amajekirina bi wê yekê ku di siberojê de pena bo tu karekê yekalî neyê birin ku hokareke siyasî li pişt hebe.

Serokê rêzdar ê Encûmena Ewlekariyê

Bila ez li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê bipeyivim. Par meha gulanê ez di eventeke Zanîngeha Kurdistanê amade bûm; eventek bû ku serkird û nûnerên hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê lê amade bûn. Min di axaftina xwe de amaje da ziyanên cuda, pirsgirêkên navxweyî yên siyasî û nebûna yekdengiyê. Min tekez kir ku hevgirtin zaf giring e.

Ez li ser wê yekê axivîm ku lazim e dabeşbûna navçeya kesk û zer kuta bibe; ez li ser berpirsiyariya serkirdan a yekkirina berjewendiyên cihê û tekezkirina li ser çareseriyan axivîm bi rengekê ku nûnertiya berjewendiyên hemû kesên li Herêma Kurdistanê dijîn bike, êdî heke li Hewlêrê yan Dihokê yan Silêmaniyê bin. Piştî wê bi salekê, wer dixuye ew eventa ku cihê hêviyê bû, bê encam bû. Berevajî, cudahî kûr bûne û bandora vê yekê jî li ser gelê Herêma Kurdistanê hebû. Vêga, bêyî ku ez gotinên berî salekê dubare bikim, ez vekirî dibêjim: Rêyeke tenê li ber Herêma Kurdistanê heye.

Tê payîn hilbijartinên Herêma Kurdistanê di 1ê cotmeha îsal (2022) de birêve herin û pir giring e meydana Herêma Kurdistanê ji hemû hêzên siyasî re vekirî be, ne giring e mezin in yan biçûk in, lê giring ew e ku derfeta wekhev ji hemûyan re berdest be, ango lazim e jîngeheke taybet bi hilbijartinê peyda bibe. Ji vê jî zêdetir, ez tenê dikarim amaje pê bikim ku pêgeha cografî ne herdem di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye.

Bi wateyeke din, lazim e rewşa wê ya ceopolîtîk wiha bike ku serkirdên Herêma Kurdistanê hinekî rawestin û li rewşê binêrin. Ev ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê rast e, belku ji bo Iraqê jî bi vî rengî ye. Min çend caran amaje pê kir ku em bixwazin yan nexwazin, navmaleke qels dibe sedema berdestkirina jîngehekê ji bo ku desttêwerdanên derveyî berdewam bin.

Serokê rêzdar ê Encûmena Ewlekariyê

Bila ez li ser moşek û roketên arastekirî jî biaxivim. Ev karekê bêzarker, balkêş û xofdar e. Bi ragihandina berpirsiyariyê ji hêla Sipaya Pasdaran ji bo wan 12 moşekên nêzîkavêj ên balîstîk ku demjimêrên zû yên roja yekşemê 13ê adarê hatin berdan, beşeke din a dilgiraniyê hat destpêkirin. Di demekê de Sipaya Pasdaran navçeya armanckirî li Hewlêrê wek "navenda stratejî ya plangerî û karên xerab ên zayonî" bi nav kir, tu belgeyek ji bo van tometan nehat dîtin.

Navçeya armancgirtî navçeyeke sivîl bû, avahiya hemwelatiyekê bû. Her çiqas vêga her du alî di diyalogê de ne û naxwazin rewş têk here, Iraq mafdar e ku red dike naxwaze wek hewşa paşê ya deverê reftar pê re were kirin û serwerî û yekîtiya axa wê were binpêkirin. Lê ev rewş berdewam e ji hemû aliyan ve.

Bordimanên Tirkiye û Îranê li bakurê mînakek in. Îcar em li çi dinêrin? Gelo bordiman û moşekbaranên sînorbir ji Iraqê re bibin tiştekê ji rêzê? Ev rêyeke mişt metirsî ye ji bo pêşvebirina berjewendiyan û dewleta Iraqê lawaztir dike jî. Divê em her wisan bibêjin: Her welatek yan aliyek bixwaze arîşeyekê çare bike, dezgehên dîplomatîk li ber dest in, xasma ofîsên me yên qenc ku amade ne hevkar bin.

Bila em herin ser aliyên çekhilgir ên Iraqê ku li derveyî kontrola dewletê ne: Arastekirina binfilitî ya roketan, nemaze armancgirtina berî nêzîkî du hefteyan a parzûngeheke petrolê li Hewlêrê, cihê dilgiraniyê ne û hêncet ji wan re nîne. Ev êriş dibin sebebê qelsbûna aramî û ewlehiya Iraqê, xasma li jîngeheke lap têkçûyî û siyasîkirî ya paş hilbijartinê.

Rastiya wê ev e: "şandina peyamê bi roketan" û "karê dîplomatîk bi rêya moşekan" karên bêberpirsyarî ne û encamên wan ên wêranker hene. Her wiha derfetê bidin min ku ez tekez bikim pêwîstiya Iraqê pê nîne hêzên wê yên çekdar ên xwerêveber hebin. Ez careke din giringiyeke mezin a tekezkirina li ser desthilata dewletê tekez dikim. Heke encamderên wan êrişan kifş bin, divê navê wan bîne. Ev hîmekê sereke yê bilindragirtina desthilata qanûnê ye.

Xwişk û birano

Bila em herin ser mijara hergav mişt guvaş a Şingalê: Herwekî em hemû çê dizanin ku dîroka vê dawiyê ya Şingalê hin bûyerên kirêt derbas kir. Xasma û bûyera herî mezin ew tawan bû ku bi destê DAIŞê hat kirin.

Di demekê de ku îro pêwîstiya xelkê zaf bi dîsa avakirina jiyana wan heye, hergav rastî astengiyên bêûjdan dibin. Astengî bi sedema nakokiya li ser rêxistinên ewlehî, dabînkirina xizmetguzariyê ji xelkê re û her wiha birêvebirineke yekkirî. Peymana Şingalê ku ji aliyê Bexda û Hewlêrê di cotmeha 2020an de hat îmzekirin, (ji aliyê gelek kesan) ve mîna çirûskeke hêviyê hat temaşekirin. Pêngaveke pir seretayî bû, lê bi hêleke rast de.

Hingê, min hêvî kir ku peyman rûpeleke nû di rewşa Şingalê de veke, rûpelek ku tê de berî her tiştî pêdiviyên şêniyên Şingalê li ber çav werin girtin, hevkariya derbideran bike da vegerin ser mal û halên xwe; gihandina xizmetguzariyan û nûjenkirina xizmetguzariyên giştî lezgîn bike. Lê ji bo ku ev biqewime, birêvebirineke pêdar û desthilateke rêxistî ya ewlehî lazim in.

Ji heynê ku ew peyman hatiye îmzekirin, min doza cîbicîkirineke lezgîn kir. Baş e, zelal e ku berevajiya vê pêk hatiye. Heta îro, tu lihevkirinek li ser hilbijartina qayimqamekê nû yê serbixwe nehatiye pêkanîn. Budceya hêza ewlekariya xwecihî blokkirî maye û pêkan e sedema wê desttêwerdana di tedbîrên proseya tarî ya damezrandina wê hêzê be.

Li ser proseya damezrandinê: Ez careke din giringiya pragmatzîm û realîzmê tekez dikim. Çênabe em bi çavekî tenê li wan merivan binêrin ku berê têkilî bi "hêzên din" re danîbûn. Divê em fêm bikin ku hinekan ji wan, di encama nebûna desthilata dewletê de, ji bo saxlemî, nasname û bidestketina dahatekê ji bo jiyandina malbatên xwe ew kar kirin.

Serokê rêzdar, me daxwaz ji Bexda û Hewlêrê kiriye ku li hana şêniyên Şingalê herin û hembêza xwe ji hemû şingaliyan re vekin. Di eynê demê de, kesên ku Peymana Şingalê rexne dikin, tekez dikin ku şêwira civakên xwecihî nayê kirin. Di çend hefteyên borî de, pevçûn dîsa qewimîn. Mixabin, vê hîşt ku malbatên Şingalê careke din tiştmiştên xwe bipêçin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê ji bo ku di koçberiyê de bimînin.

Lewra bila ez van xalan tekez bikim:

- Divê hergav ewlekariya Şingalê li pêş be û herî sereke be.

- Şingalî hêja ne ku di aştiyê de û li jêr desthilata dewletê bijîn.

- Cihê alozî û fîtneyên navxweyî û derveyî li Şingalê nîne.

- Pêwîst e Bexda û Hewlêr berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Bilez bi hev re kar bikin da jiyana xelkê baştir bikin û li ser vegera xwebexş û birûmet a koçberan li cîwarên wan bixebitin.

Serokê rêzdar ê Encûmena Ewlekariyê

Ez ê hin gotinan li ser kiwêtiyên serwinda, hemwelatiyên welatê sêyem û milk û samanê kiwêtî yê windabûyî, xasma arşîva niştimanî bibêjim. Di van çend hîvên borî de, Wezareta Berevaniya Iraqê hewldanên xwe zêde kir ji bo ku bi rêya weşan, medya û kanalên dîplomatîk li ser asta cîhanê şahidhalên nû bîne. Di encamê de, qet nebe di vê heynê de du şahidhalên giring derketin pêş; ev piştrast dike ku weşan li ser asteke cografî ya dorfireh tên kirin û pêkan e ku ji bo bidestxistina agahiyan bimifa bin.

Ev nîşan dide ku hewldanên bidestxistina agahiyan ji hêla şahidhalên nû, her wiha tekezkirina bidestketina wêneyên şirovekarî yên hîvên destçêkirî ji hêla welatên têkildar ên endam, pêngavên bingehîn in ji bo ku em vê fayla giring û hestyar bigihîn dawî.

Serokê rêzdar

Ez ê bi balkişandina li ser giringiya bidawîhatina xetimîna siyasî axaftina xwe kuta bikim. Hindek pirsgirêkên metirsîdar ên hundirîn bi sedema bandorên weba û aloziyên ceopolîtîk derketine holê. Divê xwestekeke rastgo, bikom û bilez ji bo çarekirina nakokiyên konevanî serkeftinê bi dest bixe, ji bo ku welat ber bi pêş ve here û her wiha pêdiviyên gelê xwe bi cih bîne.