Finlanda û Swêdê ji bo endamtiya NATOyê serlêdana fermî kirin

18-05-2022
RÛDAW
Nîşan Finlanda Swêd NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Finlanda û Swêd ji bo bibin endamên NATOyê nameyên xwe yên fermî ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re şandin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku nameyên balyozên Swêd û Finlanda yên ji bo endamtiya NATOyê wergirtine û diyar kir ku mafê her welatekî heye ku rêya xwe hilbijêre û ew bi kêfxweşî pêşwaziyê li serlêdana her du welatn dikin.

Stoltenberg ragihand ku ku endamtiya Swêd û Finlandayê dê ewlehiya NATOyê zêde bike û got: “Serlêdana îro gaveke dîrokî ye. Niha jî welatên hevpeyman dê rêya NATOyê binirxînin. Divê fikarên ewlehiyê yên hemû hevpeymanan li ber çavan bên girtin. Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkan bi berfirehî çareser bikin û bi lez bigihin çareseriyekê."

Stoltenberg herwiha da zanîn ku hemû welatên hevpeyman li ser pêwîstiya berfirehkirina NATOyê hemfikir in.

Tirkiye li dijî endambûna Finlanda û Swêdê derdikeve

Ji bo ku her du welat bibin endamên NATOyê, pêwîstiya pesendkirina parlementoya 30 welatên endamên NATOyê heye. Ligel ku endamên NATOyê bi piranî piştgirîya beşdarbûna Swêd û Finlandayê bo wê hevpeyamniyê dikin, Tirkiye li dijî vê yekê derdikeve.

Dîplomat dibêjin erêkirina parlamentoyan dibe ku salekê bidome.

Piştî êrîşa Rûsyayê daxwaz hatibû kirin

Piştî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê, Swêd û Finlandayê ragihandinbûn ku dê bi fermî daxwaza endambûnê ji NATOyê bikin.

Swêd û Finlandayê diyar kiribûn ku êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê, rewşa leşkerî-ewlekarî li herêma Baltîkê guhertiye û ew neçar in dawî li siyaseta xwe ya bêalîtiyê bînin ku bi dehan sal bû berdewam bû.

Rûsyayê ragihandiye, ti metirsiyek ji aliyê Moskowê ve li ser Swêd û Finlandayê nîne û bang li her du welatan kir, tevlî NATOyê nebin.

Moskowê herwiha hişyarî daye her du welatan ku hewldana bo endambûna wan di NATOyê de dê rastî bertek û bersiveke “guncaw” a Rûsyayê bê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst