Danimark hêza xwe ya taybet ji Iraqê vedikişîne

Navenda Nûçeyan – Danimarkê piştî ku li Iraqê piraniya herêmên di kontrola DAIŞê de hatin rizgarkirin biryar da hêza xwe ya taybet ji Iraqê vekişîne.

 

Danimark piştî ji şikestina rêxistina DAIŞê li Iraqê hêza xwe ya taybet ku 60 leşkeran pê tê dê ji wî welatî vedikişîne.


Wezareta Berevaniya Danimarkê di daxuyaniyekê de ragihand ku heta payîza 2018an ew dê  qonax bi qonax  hêzên xwe yên taybet vekişînin.


Ji aliyê din ve ji bile hêza taybet a Danmerkê nêzîkî 180 leşkerên wê li baregeha asmanî ya el-Esada  Iraqê jî hene. Biryar e ev 180 leşkerên Danimarkê û di çarçoveya tekoşîna dijî DAIŞê de wek beşek hevypeymaniya navneteweyî dê di warê  çavderiya radarê de alîkar bin.


Danimark di îlona 2014an de beşdarî operasyonên dijî DAIŞê bibû û 7 balafirên şer ên F-16 şandibûn Iraqê.