Putin serdana herêmên Luhansk û Xersonê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro serdana du herêmên Xerson û Luhanskê yên Ukraynayê kir ku piştî şerê wê dawiyê Rûsyayê ew herêm li gel du herêmên Donetsk û Zaporîjiya bi axa xwe ve girêdane.

Koşka Kremlînê ya serokatiya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Putin serdana herêmên Xerson û Luhansk ên Ukraynayê kiriye.

Berî mehekê di 18ê Adarê de Putin serdana bajarê Mariupol li herêma Donetsk a Ukraynayê jî kiribû ku ji Gulana par ve û piştî şerekî pir dijwar û demdirêj ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatiye kontrolkirin.

Wê demê Kremlînê ragihandibû, Putin bi helîkopterê ji Kirîmayê ve çûye Mariupolê û paşê di nava bajêr de bi otomobîlê geriyaye. Di heman serdanê de Putin soz dabbû niştecihên Mariupolê ku dê Moskow dê bajarê wan nûjen bike.

Di daxuyaniya Kremlînê de tê gotin, “Ji bo bihîstina raporên fermandarên Hêza Esmanî, Koma Artêşa Dnieper, û efserên payebilind ên din, li ser rewşa herêmên Xerson û Zaporîjiya”, Putin li Herêma Xerson beşdarî di civîna fermandarên payebilind ên leşkerî de kiriye, lê behsa dema serdanê nehatiye kirin.

Li gor Kremlînê, Putin serdana baregeha Zêrevanên Niştimanî li Herêma Luhansk a li rojhilatê Ukraynayê kir.

Medyayên Rûsyayê hin dîmenên serdana Putin bo Luhansk û Xersonê belav kirine ku di dîmenan de tê dîtin, Putin bi helîkopterke leşkerî diçe herêmê û bi fermandarên leşkerî yên Rûsyayê re dicive.

Di Cotmeha sala bihorî de piştî êrîşeke berfireh a Ukrayanyê, Artêşa Rûsyayê neçar ma ji navenda bajarê Xersonê û beşeke zêde ya wê herêmê vekişe û li aliyê din ê Çemê Dnîpro bicih bû û pêgehên xwe bihêz kirin.

Di Îlona 2022an de berpirsên çar herêmên Ukraynî yên Luhansk, Donetsk, Xerson û Zaporîjiya yên di bin kontrola Rûsyayê de referandumek saz kirin ji bo ku tevli Rûsyayê bibin. Rûsyayê paşê ragihand, piraniya xelkê wan navçeyan dengê xwe dane yekîtiya bi Rûsyayê re û Moskowê got, ew navçe êdî beşek ji axa Rûsyayê ne.