Washington û London daxwaza rawestandina şerê Sûdanê dikin

18-04-2023
RÛDAW
Washington û London daxwaza rawestandina şerê Sûdanê dikin
Washington û London daxwaza rawestandina şerê Sûdanê dikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sûdanê ya rojhilatê Afrîkayê şer û pevçûnên di navbera artêş û Hêza Piştgiriya Bilez (RSF) de berdewam in û Washington û London daxwaza rawestandina wî şerî dikin.

Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêşa Ebdulfetah Burhan û Mihmemed Deglu ketiye qonaxeke hestyar û çarenûssaze û metirsiya wê yekê heye ku ber bi şereke navxwe ve biçe.

Ji ber şer û pevçûnan tê gotin ku zêdetirî 100 kesê sivîl canê xwe ji dest daye û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Welatiyê Sûdan Ehmed dibêje: “Ez nikarim mala xwe bicih bihêlim, rewş gelek metirsîdar e, artêş li her cihî ye, nizanim ji bo çi. Rewş dijwar e. Eger em mala xwe bicih bihêlîn, nizam dê çi were serê me.”

Her ku diçe şer û pevçûn zêdetir li kolanên bajar û navçeyan belav dibe û metirsî li ser xelkê sivîl zêdetir dibe.

Li Xertûm a paytext av û elektirîk li ser xelkê hatiye birîn û Neteweyên Yekbûyî jî daxwaz dikin korîdoreke mirovî bo gihandina alîkariyan bo xelkê bê çêkirin.

Nişteciyê Xertûmê Îsmet Negî jî dibêje: “Ji derve rewş gelek xirabe, market hatine girtin û ji duh ve av û elektirîk nîne. barhilgir, serbaz û helîkopter li her cihî belabûne û xelk ditirse. Li nêzîkî mala min jî dengê teqînan zêde têbihîstin.”

Di roja sêyem ya pevçûnan de firokeyên şer ên artêşa Sûdanê ku li jêr kontrola Ebdulfetah Burhan de ne, Navenda Hêzên Piştgiriya Bilez bomberan kirin.

Artêş di wî şerî de xwe serdest dibîne û dibêje, çendîn navçe ji destê grupa çekdar derxistine, firokexaneea Merewî ya bakûrê welat jî di nav wan de ye.

Çekdarên Hêza Piştgiriya Bilez jî dibêjin, 200 tankên artêşê ketine destê wan û 3ê firokeyên şer jî xistine xwarê. Zanyariyên ti aliyan nayê piştrastkirin.

Li kêleka dûmana şer û pevçûnan, hewleke navbeynkariyê heye ku aliyên dijber nêzîkî hev bikin.

Washington û London dibêjin ku ew bi welatên herêmê re li ser xetê ne ji bo avakirina derfetên danûstandinên aştiyê û IGAD ku ji 8 welatên Quça Afrîqa pêk tên, biryar dane sê serokan bi mebesta navbeynkariyê bişînin Sûdanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst