Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê li Londonê bi Serokwezîrê Brîtanyayê re bicive

18-04-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo serdanên fermî gihîşte London a paytexta Brîtanyayê. Biryar e Mesrûr Barzanî ligel serokwezîrê wî welatî Boris Johnson bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke hikûmetê îro Duşemê 18ê Nîsana 2022yan ji bo serdanên fermî gihîşte Londonê.

Li gor agahiyên bedrest Mesrûr Barzanî dê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û rayedarên din ên payebilind re bicive.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinan de dê behsa pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê, guhertin û pêşhatên vê dawiyê yên Iraqê û deverê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst