Jinên koçber ên Ukraynî: Li hember kar daxwazên kirêt ji me dikin

18-04-2022
Hadî Selîmî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Penaberên Ukraynî jin Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jin û zarokên westayî û bêparastin ên Ukraynî ku ji ber şerê welatê xwe reviyan û koçberî Polonyayê bûne, li kampên ku lê dimînin behsa zehmetiyên destpêkirina jiyaneke nû dikin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdeyî 4,5 mîlyon penaberên ji ber şerê li Ûkraynayê reviyane, derbasî welatên cîran bûne. Navnîşana yekem a piraniya jin û zarokên ku ji Ukraynayê reviyan Polonya bû.

Jatsuik Viktoria bi keça xwe ya 8 salî Sandar re ji bajarê Mihailov ê Ukraynayê reviya û li kampeke bajarê Tarnow a Polonyayê dimînin.

Dayika Viktoria diyar kir ku bi hêviya dîtina karekî derketiye bazarê û zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane wiha vedibêje

“Tevî her tiştî divê ez bi keça xwe re jiyana xwe bidomînim. Li vir jiyan ne pir zehmet e, lê bi tenêbûna bi zarokekî re helbet zehmet e. Min hevjînê xwe li pey xwe hişt, divê ez bixebitim. Cihên ku ez ji bo kar serê lê didim, carna bi pêşniyarên neguncayî re rû bi rû dimînim, ev yek jî min diêşîne.”

Li kampa Tarnowê nêzikî 200 penaberên Ukraynî hene. Tevahiya penaberan ji jin û zarokên ku hevjîn o bavên xwe li pey xwe hiştine pêk tên.

Penabera jin a bi navê Tonia Taria jî bi heman rewşa Jatsuik Viktoria re rû bi rû maye. Ew jî dema behsa serlêdanên kar û nêkatiyên zayendperestiyê dike, hew xwe radigire û hêsir ji çavên wê dibarin. Dema ku nerehetiya xwe ya li hemberî nêzîkatiyên zayendperest ên li cihên kar serî lê daye vedibêje, nikare hêsirên xwe bigire.

Polîs û xebatkarên alîkariyê yên li Polonyayê beriya niha hişyarî dabûn jin û zarokên ku xwe spartibûn Polonyayê ku hay ji çeteyên fuhûşê hebin.

Niha li Polonyayê ji bo penaberê Ukraynî  23 ji wan demkî 40 kamp hene.

Xebatkara yek ji wan kampan Ancisheka Sairhuber got “Ew ji me re behsa pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin dikin. Em ji li wan guhdar dikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan, çi ji destê me tê em hewl didin ya herî baş bikin, hem di warî madî hem jî di warê manewî de.”

Şerê ku Rûsyayê li Ukraynayê deya destpêkirin du mehên xwe tije dike. Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) beriya niha penaberbûna UKrayniyan ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku di navbera salên 1939-1945an vir ve a li Ewropayê weke krîza herî zêde ya penaberan bi nav kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst