FLAŞ – Rojavayê Kurdistanê li paytextek Ewropayê ofîs vekir!

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Nûneratiya Rojavayê Kurdistanê li paytextê Swêdê bajarê Stokholmê hat vekirin.

 

Piştî ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin, hewldanên bo naskirina wê rêveberiyê di asta civaka navdewletî jî zêde bûn.

 

Di çarçoveya nasandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên Rojavayê Kurdistanê bi cîhana derve re, ofîsa nûneratiya Rojavayê Kurdistanê li Swêdê hat vekirin.

 

Li gor agahiyan, nûneratiya Rojavayê Kurdistanê di merasîmekê de li bajarê Stokholm a paytetê Swêdê hat vekirin.

 

Di merasîma vekirina nûneratiya Rojavayê Kurdistanê de, Hevseroka TEV-DEMê Sînem Mihemed û Serokê Kongreya Niştîmanî ya Suryanî Besam Ishak, Fermandarê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah, Wezîrê Derve yê Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kuridstanê Ebdulkerîm Omer û Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Swêdê Şiyar Elî beşdar bibûn.

 

Herwiha ji aliyê Swêdê ve Berpirsê Siyasetên Derve yê Partiya Çep Vallter Mutt û herwiha nûnerên çend rêxistinên civaka sivîl (NGO) amade bibûn.

 

Ofîs ji aliyê Hevseroka TEV-DEMê Sînem Mihemed û Serokê Kongeya Niştîmanî ya Suryanî Besam Ishak ve hat vekirin.

 

Herwiha hejmareke zêde ya xelkê jî di merasîma vekirina ofîsa Rojavayê Kurdistanê de amade bû.

 

Pêştir Nûneratiya Rojavayê Kurdistanê li Moskow a paytextê Rûsyayê hatibû vekirin.