Papa 12 penaberên Sûrî bi xwe re birin

18-04-2016
Nûreddîn Osman
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê Rûhanî yê Katolîkan Papa Francesco, piştî seredankirina kampa penaberan li Yûnanistanê, 12 penaberên sûrî bi xwe re birin Vatîkanê.

Rêberê katolîkên cîhanê Papa Francesco, roja Ûemiyê seredana kampa Lîsbosê ya penaberan li Yûnanê kir ku 3 hezar kes lê dimînin û di dema vegera xwe de, 12 penaberên sûrî jî li gel xwe birin Vatîkanê ku hemî misilman in û 6 zarok jî di nava wan de hene.

Papa di wê seredanê de ji rojnamevanan re axifî û ji welatên Ewrûpa xwest ku penaberan bi tenê nehêlin û wan weke hejmar û reqem nebînin.

Ji aliyekî din ve, di dema seredana Papa de bo kempa penaberan, hikûmeta Vatîkanê ragihand ku ev seredana Papa tenê seredaneke mirovî û mezhebî ye û bela weke rexnegirtinê li biryara vegera penaberan neyê nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst