Swêd û Norwêc 2 penaberên Rojhilatî dişînin ‘mirinê’

18-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 12 sal in ku li Norwêcê ligel sê bira, dayik, 6 xalan û xaltîkekê dijî. Eta Beg Eskenderî niha li girtîgeheke taybet ya penaberan girtî ye û dadgeha Norwêcê jî jê re ragihand ku wî dersînorî Îranê dikin.

Eta Beg Eskenderî ji bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew 30ê Çileya îsal ji aliyê polîsê vî welatî ve hate daxwazkirin û ji hingê ve heta niha girtî ye û dengoya redestkirina wî bo Îranê heye.

Eskenderî di sala 2001ê de jî demekê li zindana Seqiz li Rojhilatê Kurdistanê girtî bû, bi vê sedemê jî pirraniya endamên malbata wî ji Rojhilatê Kurdistanê derketin û berê xwe dane Norwêcê û li wê derê mafê penaberiyê wergirtin. Eskenderî piştî 5 mehan ku bi kefalet azad dibe, bi rêya qaçaxî xwe digihîne mirovên xwe li Norwêcê, lê ev 12 sal in li vî welatî ye û hêj mafê mane li vî welatî wernegirtiye.

Eta Beg 6 salan ligel Partiya Serbestiya Kurdistanê di nav pêwendiyan de bûye, ku sekretêrê vê partiyê jî niha li Norwêcê dijî. Li gor nûnerê vê partiyê li Norwêcê, Eskenderî yek ji karzan û endamên wan ên çalak e û herdem di helkeftên neteweyî de şûna destê wî diyar bûye. Derbarê girtina Eta Beg Eskenderî de, nûnerê Partiya Serbestiya Kurdistanê li Norwêc, Karox Bawecanî, ji Rûdawê re got: “Roja 02.01.2014ê polîsê Norwêcê ev vexwendin bo karê asayî, lê dema çû baregeha polîs, yekser ew girtin û heta niha di zindanê de ye.”

Li gor zanyariyên Karox Bawecanî, polîsê vî welatî ji Eskenderî re gotibûn “heta niha 2 caran te red ji vî welatî wergirtiye, êdî bi çi awayî tu li vê derê mayî û tu dixwazî bersivê werbigirî? Em te radestî Îranê dikin û niha jî em di hewla vê yekê de ne.”

Tevî ku roja 28.02.2014ê berpirsên Norwêcê bilêta firokeyê jî bo Eskenderî birrîbûn jî, da ku wî bişînin Îranê, lê bi sedema ku ti belgeyên îranî yên Eskenderî li ber dest nebûn, dersînorkirina wî bi awayekî demkî hatiye paşvexistin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, niha polîsê vî welatî bi amadekirina paseporta îranî bo vî welatiyê Kurd mijûl in, da ku bi awayekî yasayî wî radestî Îranê bikin. Karox Bawecanî got: “Me parêzer ji bo Eskenderî girtiye û hemû hewlan didin da ku ew dîport nebe. Ji bilî vê yekê jî em hewl didin wî ji zindanê azad bikin, ji ber ku tendirustiya wî ne baş e.”

Malbata Eta Beg dozê li Kurdên niştecihên Norwêcê û revendên Kurd ên li Ewropayê dikin ku rê li ber şandina kurê wan bo Îranê bigirin, ji ber ku wek ew dibêjin “Şandina wî bo Îranê bi wateya wê yekê tê ku wî dişînin mirinê.”

Swêd jî penaxwazekî Rojhilat dersînor dike

Li gor zanyariyên Rûdawê, penaxwazekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Qadir Qalemîrî jî, ku endamê partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye, piştî gihiştina wî bi Swêdê û daxwaza mafê penaberiyê, doza wî red bûye û ji bilî vê jî ji aliyê berpirsên Swêdê ve hatiye agahdarkirin ku di van nêzîkan de dersînorî Îranê dikin.

Hefteya borî, di dema serdana wî bo fermangeha penaberan, ji wî penxwazê siyasî re hate gotin ku doza wî bo pêdana mafê penaberiyê hatiye redkirin. Li gor yasaya vî welatî, her penaxwazekî ku mafê penaberiyê wernegire, ji vî welatî derdikeve û dersînorî welatê ku jê hatî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst