Papayê Vatikanê lingê 12 kesan şişt û maçkirin

18-04-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Papayê Vatikanê, Pope Francis, carek din bala cîhanê kişande aliyê xwe dema ku lingê hemwelatiyekî Lîbî yê Misilman yê temen 75 salî şişt û serê xwe tewand û lingê wî maç kir.

Ev nêrtîta han yek ji karên ku Hezreta Mesîh bû ku di dema xwe de cî bi cîdikir wek amajeyek bo pêkvejiyan û hevqeûl kirinê, di cejna “Roja qiyametê” de.

Duh, 17.04.2014,  Pope Francis lingê 12 kesan, ji regezname û olên cuda yên xwedan pêdiviyên taybet, li Vatikanê şiştin.

Ew her 12 kes temenê wan di navbera 16 û 86 salî de bû, di nav wan de 3 kes ji Efrîqayê hebûn ku yek ji wan ji Lîbiyayê bû bi navê Hamid, ew Misilman bû.

Pope Francis her ku lingê yekî yan yekê di şişt ser xer di tewand û lingê wan maç dikir û diçû lingê kesê piştire bişuyê.

Ev ne yekemîn care kua Papayê Vatikanê hi karên ku gotegot li ser çê dibin dike, di sala borî de jî, di cejna “Roja qiyametê” de, Pope Francis serdana girtîgeheke zarokan kir û li wir jî lingê hejmarek kes şiştin û maçkirin, di nav wan de jî 2 keç hebûn, ku yek ji wan Misilman bû.

Şiştin û maçkirin lingê her du keçan ji aliyê Pope Francis ve bûyerek bû ku ew caea yekeme li Vatikanê çê dibe, ji ber ku li gor yasayên dêra Vatîkanê pêwîste ev nêrtît tenê li ser zilaman bê cî bi cîkirin.

Nêrîta şiştina lingan, ku bi navê “Roja sir el-ezem” tê naskirin, roja Pêncşemê birêve diçe berî roja Îna Xembar, li gor Enjîlê Hezreta Mesîh di wê rojê de lingê her 12 şagirdên xwe şiştin û maç kirin.

Pope Francis I destpêka ku bûye Papayê Vatikanê, bûye cihê balkêşiyê, ji ber ku ew yekemîn Papaye li Vatikanê ku red dike îmtiyazatên Pap ji mal û otombîl û pêlava sor werbigire.

Herwiha li ser “Kursiyê îtiraf ê” jî îtiraf kir ku ew berê zêrevanên yaneyeke şevane bû û wî berî niha diziyek jî kiriye, bêy ku aşker bibe bê ew diziya wî çibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst