Trump û Putin bi telefonê axivîn: Agirbest dê were ragihandin?

Duh li 11:17
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Vladimir Putin Agirbest Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya telefonî de li ser pêwendiyên her du welatan û pêkanîna aştiyeke mayînde û agirbestê li Ukraynayê axivîn.

Putin agirbesta êrişên li ser jêrxana enerjiyê ya Ukraynayê qebûl kir û şertên xwe pêşkêş kir.

Her wiha hat gotin ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de 175 dîlên şer dê bên guhertin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin îro bi telefonê axivîn.

Hat ragihandin ku her du serokan di axaftina xwe de li ser “hewcedariya aştiyê û agirbesta şerê li Ukraynayê û bidawîbûna şer a bi aştiyeke mayînde” li hev kir.

Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov ji Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Rûsyayê re ragihand ku axaftina her du serokan bi dawî bûye. Piştre Koşka Spî jî ev yek piştrast kir.

Li gorî nûçeyên ewil ên ji Kremlînê, Putin di axaftina de li ser binesaziya enerjiyê agirbesteke 30 rojî qebûl kiriye lê diyar kiriye ku ji bo bipêşketinên zêdetir hin şert û merc û lîsteyeke daxwazan heye.

Koşka Spî ragihand ku Rûsyayê wekî beşek ji însiyatîfa bi pêşengiya Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê, agirbesteke sînordar a enerjiyê û binesaziyê qebûl kiriye.

Koşka Spî di daxuyaniya xwe ya piştî axaftina Trump û Putin de ragihand:

“Her du alî li ser lidarxistina muzakereyên teknîkî ji bo agirbesteke deryayî, piştre agirbesteke tam û di dawiyê de aştiyeke mayînde li hev kir.”

Koşka Spî da zanîn ku ev muzakere dê yekser li Rojhilata Navîn dest pê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst