OECDê pêşbîniya mezinbûna aboriya Tirkiyê bo ji sedî 2.8 kêm kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Geşedan û Hevkariya Aborî (OECD) di raporekê de pêşbîniya xwe ya mezinbûna aborî ya 2023an a Tirkiyê ji sedî 3ê bo ji sedî 2.8 kêm kir û sedema wê jî bi zererên erdhejên 6ê Sibatê ve girê da.

Rêxistina Geşedan û Hevkariya Aborî (OECD) pêşbîniya xwe ya mezinbûna aborî ya 2023 ya Tirkiyê ku di Mijdara 2022an wek ji sedî 3 pêşbînî kiribû bo ji sedî 2.8 kêm kir. Rêxistina navborî berovajiya Tirkiyê pêşbîniya mezinbûna aboriya cîhanî ya sala 2023an ji sedî 2.2 bo ji sedî 2.6ê zêde kir.

Rêxistina Geşedan û Hevkariya Aborî (OECD) pêşbîniya mezinbûna aborî ya sala 2024an a Tirkiyê ji sedî 3.4 bo ji sedî 3.8 zêde kir û pêşbîniya xwe ya mezinbûna aboriya cîhanî bo heman salê ji sedî 2.7 bo ji sedî 2.9 zêde kir.

OECD di rapora xwe de dibêje, “Em pêşbînî dikin çalakiyên aborî yên li Tirkiyê ji ber zererên mezin ên erdhejê di destpêka 2023an de sînordar bimînin. Lê eger jinûvevakirinê destpê kir, bi zêdebûna xerciyan di sala 2023an de salane dê mezinbûn bi rêjeya ji sedî 2.8 pêk bê. Di sala 2024an de jî dê mezinbûna aborî ji sedî 3.8 be.”

Serokkomariya Tirkiyê 17ê Adara 2023an di raporeke xwe de ragihandibû ku erdhejên 6ê Sibatê yên li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûne sedema canjidestdana zêdeyî 48 hezar kesan, 2 trîlyon lîre (103.6 milyar dolar),  zerar gihandine aboriya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.