Nadine Maenza: Divê Amerîka li ser Trikiyê fişarê bike ku ji Efrînê vekişe

19-03-2021
RÛDAW
Nadine Maenza: Divê Amerîka li ser Trikiyê fişarê bike ku ji Efrînê vekişe
Nadine Maenza: Divê Amerîka li ser Trikiyê fişarê bike ku ji Efrînê vekişe
Nîşan Nadine Maenza Efrîn Amerîka Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Seroka Komîsyona Azadiyên Olî li Amerîka Nadine Maenza nameyek derbarê derbasbûna 3ê salan di ser dagîrkirina Efrînê de belav kiriye. Kopiyek jê bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye şandin. Maenza dibêje ku saziya wan şîret li Rêveberiya Amerîkayê kiriye ku fişarê bide ser Tirkiyê da ku ji Efrînê û bakurê Sûriyê vekişe.”

Maenza di berdewamiya axavtina xwe de wiha got, "Di sêyemîn salvegera êrîşa li dijî Efrîna aştîxwaz de, dilê min li ba hemû xelkê li wir e û xelkê ku malbatên wan li wir in û bûne qurbaniyên kiryarên hovane û yên kun ji nav xak û civaka xwe hatine derkirin.

Roja 18ê adara 2018ê, Tirkiyê û artêşa Sûrî ya azad êrîşî Efrîn û bakurê Sûriyê kirin, bi sedan sivîl kuştin û kiryarên hovane li djî kemîneyên etnîkî û olî encamdan û bûne sedema derbiderkirina sed hezaran.

Komîsyona Amerîka ya Azadiyên Olî, komsyona me, hemû binpêkirinên wekî kuştin destdirêjiya seksî, revandin û têkdana navendên perestinê bi belge kirine. Em pir dilgiran in ji bo xiristiyanên ku tên girtin û herwiha ji bo kemîneyên olî û neteweyî yên mayî.

Tirkiyê û Opozisyon bi şêweyekî cuda ji Rêveberiya Xweser hikûm dikin. Ka em li bîra xwe bînin ku di dema Rêveberiya Xweser de, her kes azad bû di ol û baweriyên xwe de.

Saziyên serbixwe, wekî Amnisty International û Rêxistina çavdêriya Mafên Mirovan, û heya Neteweyên Yekbûyî jî, raport belav kirine û dibêjin ku tişta li Efrînê dibe tawana Şer û Tawahna li dijî Mirovatiyê ye.

Komsyona me şîret li Rêveberiya Amerîkayê kiriye ku fişarê bide ser Tirkiyê da ku ji Efrîn û bakurê Sûriyê vekişe.

Em spasdarên Yekîtiya Ewropayê ne ku biryar daye da ku Tirkiyê demlidest ji bakurê Sûriyê vekişe û ew bi encamdana cînosayidê tohmetbar kirine.

Îro rojeke girîng e. Civaka Navdewletî piştevaniya Efrîna Azad dike û berpirsiyariya Tawanan li stûyê Tirkiyê digire."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst