Balafir çûn – Rûsya bi topan artêşa Sûriyê diparêze

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM) Pat Ryder got, piraniya balafirên Rûsyayê yên li Sûriyê vegeriyane Rûsyayê.

Berdevkê CENTCOMê Pat Ryder li Floridayê derbarê rojevê de daxuyanî da û ragihand piraniya balafirên Rûsyayê yên li Sûriyê vegeriyane.

Pat Ryder diyar kir Artêşa Rûsyayê hefteyek e operasyonên asmanî nekirine.

Ryder da xuyakirin hêj helîkopter û balafirên barkêşiyê yên Rûsyayê li Sûriyê hene û got, lê ew hejmara balafirên Rûsyayê yên ku vegerana eşkere nake.

Herwiha Berdevkê CENTCOMê anî ziman Rûsya hêj bi topan piştavaniya artêşa Sûriyê dike.