Kurdên Almanya xwestin Cejna Newrozê bibe fermî!
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistênên ciwanên kurd li Almanya xwestin ku Cejna Newrozê li wî welatî wekî fermî bê pejirandin û ew roj bibe betlaneya fermî.
Di roja 17ê Adara 2016an de bi serperiştiya Parlamenterê Partiya Kesk a Almanya Cem Ozdemîr li Şanogeha Maxim Gorki ya li bajarê Berlînê Almanya resepsîyonek Newrozê ji aliyê Komkar (Yekitîya Komelên Kurdistan li Elmanya) û Komciwanê (Yekitîya Komelên Ciwanên Kurdistan) hate lidarxistin.
Berdevkê Komkarê Rohat Geran di axaftina xwe de daxwaz kir ku divê Newroz li Almanya ji bo kurd, faris, efxan,belûcî û tacikan wekî betlaneya fermî were pejirandin. Herwiha Geran ji aliyê siyasî dawxaz kir û got:
“Divê kurd wekî netewe were qebûl kirin û zarokên kurd dersan di xwendingehên Almanya de bi zimanê xwe bistînin.”
Di resepsiyonê de beşdaran bal kişandin ser zêdebûna hejmara penaberan, bi taybet ên ji Kurdistanê çûne Almanya. Dirûşmeya “revîn û ji nû ve dest pê kirin”ê wekî motto hate bikaranîn.
Çalakî, bi navbeynkariya rojnamevan Zonya Dengî bi rêve çû. Di qada pirsan de ji Komciwanê Bahar Alamin û ji Encumena Ciwanên Almanya Tobias Kok di derbarê siyaseta penaberan û çarenivîsa ciwanên penaber li Almanya de bersiva pirsan dan.
Piştî têkoşîna siyasî, mêvanan derbarê mijarên nûjen de pirs ji endamê Komciwanê kirin. Di dawiya çalakiyê de stranbêj Nûrê û tembûrvan Veronîka konserek biçûk pêşkêş kirin. Li derveyê şanogehê agirê Newrozê pêxistin ku bi def, zirne û govendan Cejna Newrozê pîroz kirin.
Beşdarên ji Parlamentoya Nûneran a Berlînê, SPD (Partiya Demokrat a Sosyal), Keskan, PSK, KDP, ENKS, Navend, Rêxistina Xêrxwaziya Paritätischer, Dezgeha Friedrich-Naumann, Rosa-Luxemburg, Encumena Ciwanên Almanya, herwiha derhênerê kurd Mîraz Bezar, Solîn Yusif û rojnamevan Kemal Hur û Enno Lenze li wê derê amade bûn.