RÛDAW/TAYBET – Misilmanan dengên xwe dan namzedê cihû

18-03-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Washington (Rûdaw) – Misilmanên amerîkî ragihandin ew di çarçoveya diyarkirina namzedê bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de piştgiriya namzedê Partiya Demokrat ê cihû Bernie Sanders dikin.

Misilmanê amerîkî Tariq Zehra ji Rûdawê re diyar kir wan di hilbijartina berendamiyê de dengê xwe dane namzedê Partiya Demokrat ê cihû Bernie Sanders û got: “Ev namzedekê biexlaqê û em dizanin ku ew dê mafê me bide.

Xwedekarekê misilman di bernameyekê ya televîzyonê de ji Bernie Sanders pirsî “Li gor min divê mafê hemû mirovan wek hev be û ji bo vê yekê dixebtim. Hûn derbarê vê yekê de çi difikirin?”

Bernie Sanders pirs wiha bersivand: “Tu rast dibêjî. Li vî welatî hin alî li hemberî misilmanan tundiyê dixwazin. Divê em hemû li hemberî kiryarên nijadî derbikevin.”

Li eyaleta Micihiganê ku li Amerîkayê wek “paytextê misilmanan” tê navkirin 100 hezar misilman dijîn.

Bernie Sanders di hilbijartina berendamiyê de ji sedî 59 deng stand.

Serokê Konseya Peywêndiyên Îslamî li Amerîkayê Nîhad Awad jî ji Rûdawê re wiha got: “Herî zêde Dearborn piştgirî da. Sedema vê yekê jî ew e ku Sanders di bernameya xwe de behsa dadmendiya civakî dike û herwiha ji bo xwendekaran çend soz dane.”

Ji aliyê din ve Misilmanên amerîkî li dijî namzedê Komariyan Donald Trump derdikevin.

Trum gotibû heger ev bê hilbijartina dê koçberan ji Amerîkayê derbixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst