Frankfurt di nav dûmanê de maye

18-03-2015
RÛDAW
A+ A-
Dusseldorf (Rûdaw)- Navenda bajarê Frankfûrtê îro bûye qada pevçûnan, bi dehan birîndar hene, bi sedan xwepêşander hatine binçavkirin, dûman li ser bajêr bilind dibe.

 

Xwepêşandanên ku li dijî vekirina birca nû ya Bankeya Navendî ya Ewropayê li Frankfûrtê destpêkirin, veguherîn pevçûnan û neha niha bi sedan xwepêşandêr hatine binçavkirin, herwiha bi dehan xwepêşandêr û polîs jî birîndar bûne.

 

Serkêşiya van xwepêşandanan toreke çepgir bi navê “Blockupy“ dike, ku di jêr sîwana vê torê de derorê 90 însyatîf, komel, sazî û hevgirtin hene. Ji seranserê Almanyayê û welatên Ewropayê bi hezaran xwepêşandêran berê xwe dane Frankfûrtê, herwiha di navbera 5 û 10 hezar polîs û tîmên taybet îro li Frankfûrtê hatine bicihkirin.

 

Îro seet 11ê li gor dema Almanyayê wê bi merasimekê birca nû ya Bankeya Navendî ya Ewropayê li Frankfûrtê bê vekirin, gotara vekirinê wê ji aliyê serokê Bankeya Navendî ya Ewropayê, Mario Draghi, bê xwendin.

 

Herwiha îro çendîn xwepêşandan wê ji aliyê sendîke, kom û partiyên çepgir ve bên lidarxistin. Di nav wan de mezintirîn sendîkaya Almanyayê DGB ji bo seet 12ê nîvro banga xwepêşandaneke li dijî siyaseta Bankeya Navendî ya Ewropayê kiriye. Tê çaverêkriina ku bi hezaran kes tevlî vê meşê bibin.

 

Birca nû ya Bankeya Navendî ya Ewropayê 185 metreyan bilind e û bi 1,3 milyar Euro hatiye çêkirin.

 










Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst